Şanogerên Kurd ên li Stenbol û Bakurê Kurdistanê xebatên xwe dimeşînin, bi pîvana "Her cihê civak lê dijî dika şanoyê ye" dixwazin destan, mîtolojî, efsane, çîrok û nirxên din ên çandî û dîrokî yên Kurdistanî derxînin ser dika şanoyê.
Şanogerên ji Komên Şano yên Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ên li Stenbol, Dîlok, Agirî, Colemêrg, Wan, Mersîn, Sêrt, Şirnex, Silopî, Nisêbîn, Cizîr, Erxenî û Wêranşarê, Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Êlihê û Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li Amedê civiyan. Nûnerên şanoyê yên ji 35 kesan, biryar dan ku Meclîsa Şano ya Kurdistanê ava bikin.
Di daxuyaniyê de pîvanên damezrandina Meclîsê bi vî rengî hatin destnîşankirin:
"Meclîsa Şano ya Kurdistanê, li dijî her şêwe desthilatdarî, serdestî, zilm, mêtîngerî, zîhniyeta zayendîperest, qirkirin û talana xwezayê ya modernîteya kapîtalîst a sîstema serdestiya mêr; paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê weke sedema hebûna xwe dibîne."
Meclîs wê di navbera "komunên Şanoyê" de koordînasyonê pêk bîne û xebatên atolyeyê li seranserê Kurdistanê bimeşîne, komunên qels destek bike û ji bo damezrandina kom û komunên nû yên şanoyê jî hewl bide.
AMED