Li ser navê dîwanê Derya Varan got, ji bo xurtkirina yekîtiya hêzên demokrasî û azadiyê, HDK-Ewrûpa xebatên xwe didomîne û piştî amadekariya mehekê ev civîn hatiye lidarxistin.

Di civîna Meclîsa Damezrîner de ji berdevkên Hewldana Elmanya ya HDK-Ewrûpayê nivîskar Metîn Ayçîçek jî got, divê Meclîsa Stûttgartê hem bi pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê, hem jî bi pirsgirêkên gelên xwecihî û koçber ên li Stûttgartê re elaqedar bibe. 

Nûnerên NAV-DEM’ê, MLPD û SYKP´ê jî di kongreyê de axivîn û destek dan Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewrûpayê. li kongreyê ji bo rêveberiya ji 9 kesan, ku 5 jê jin, 4 jî mêr in Aynûr Karakaya, Derya Varan, Safiye Îşcan, Ayfer Ber, Gulten Yilmaz, Necatî Akin, Alî Gursû, Necatî Abay û Orhan Gullu hatin hilbijartin. Di civîna destpêkê ya rêveberiyê de jî Aynûr Karakaya û Alî Gursû weke Hevberdevkên Meclîsa Stûttgartê ya HDK-Ewropayê hatin hilbijartin. 


 STUTTGART