Civîna Meclîsa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan, li navçeya Kelarê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo sê jinên siyasetmedar ên kürt Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û cangoriyên di encama êrîşên bombeyî yên li Kerkûk û Dûzxurmato de jiyana xwe ji dest dane û di kesayeta wan de ji bo hemû pakrewanên Kurdistanê dest bi civîna xwe kir. Di destpêka civînê de raporên komisyonan hatin xwendin û niqaş li ser raporan hate kirin û di encama nîqaşan de biryar hatin girtin. Di civînê de mijara pêşvebirina xebat û çalakiyên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan hate niqaş kirin û ji bo ku têkiliyên xwe bihêztir bikin biryar hatin girtin. Biryar hate standin ku ji bo Tevgera Hemwelatiyên Azad malperek ya fermî were vekirin.

Di 6’emîn civîna Meclîsa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan de mijarên komkujiya Parîsê, hevdîtinên dewleta Tirk û Îmraliyê, rewşa Rojava Kurdistana, politikaya dewleta Îranê, pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de, polîtikaya dewleta Tirk ku ji aliyekê ve hevdîtinan bi Îmralîyê re çêdike û ji aliyek din ve jî erîşên tunekirinê dibe ser Herêmên Parastina Medya, pirsgirêkên civakî yên gelê Başûrê Kurdistanê girtin dest. Herwiha di civînê de hevdîtinên dewletê û Îmraliyê bi aweyek erênî hate ditîn û hat hêvikirin kû ev hevdîtine bibin bingehê çareseriya mayînde ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyê kû encama xwîna hezaran şehîd, tekoşîna Rêberê KCK'ê û berxwedana şervanên azadiyê û gelê Kurde.
Di civînê de tevkujiya sê siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez hate şermezar kirin, berxwedan û xwedi derketina gelê Kurd û dostên Kurdan jibo her sê şehîdan hate silav kirin û ji dewletên navnetewî bitaybet ji dewleta Fransa û Tirkiyê hate xwestin kû demek ji ya din zûtir pêwîste kujerên vê komkujiya qirêj werin eşkere kirin. Êrîş û bombebarana dewleta Tirk yên li ser Herêmên Medyayê hate şermezar kirin û nerazîbûna xwe li hember bêdengbûna hukumeta Herêma Kurdistanê dan diyar kirin.
Meclîsa Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ji bo xebat û çalakiyên xwe yên pêşerojê çend biryarên girtin û ji van biryaran yek jê destpêkirina kampanyaya alikariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê ye û civîn bi biryarên bihêz û girîn bidawî bû. 

KELAR