
Li bajarên Elmanyayê Wûppertal û Kolnê û li paytexta Belçîkayê Brukselê kongreyên meclîsên jinan hatin lidarxistin.
Li Wûppertalê 10. kongreya asayî ya Meclîsa Jinê ya Şehîd Viyan bi beşdariya bi dehan jinan pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê TJK-E´yê Zeynep Dersim axivî û îşaret bi hêz û xwerêveberiya jinê kir. Dersim got, divê li her cihî komîsyon werin avakirin, jin pirsgirêkên xwe û yên civakê çareser bikin û xwe bi xurtî bi rêxistin bikin.
Piştî xwendin û nirxandina raporên karê salekê, meclîsa nû ya ji 29 kesan hate hilbijartin û Aysel Azar, Semra Temel û Fatma Ozer ji bo berdevkiya meclîsê hatin hilbijartin.
Divê jin bi erka pêşengiyê rabe
Li Kolnêjî Meclîsa Jinê ya Viyan kongreya xwe ya 10´an li dar xist. Kongre li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk hat û bi rêzgirtina ji bo jinên şoreşger ên şehîdbûyî û jinên mexdûrê şîdetê, dest pê kir.
Nûnera TJK-E´yê piştre li ser rojeva siyasî û girîngiya rêxistinbûna jinê di nava têkoşîna rizgariya jinê de axivî.
Qisekerê anî ziman ku mîna li Rojava jinên Kurd di şoreşa gelemperiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn de jî bi erka pêşengiyê radibin û ji bo li Ewrûpayê bi taybetî li Kolnê bi vê rola xwe divê rabe, û xwe xurttir bi rêxistin bike. Piştre peyama Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê hate xwendin.
Di dawiyê de jî meclîsa ji 50 endaman hate hilbijartin û Adalet Tuysuz, Ferîde Halîtoglû û Yildiz Aydenîz bûn berdevkên meclîsê.
Li paytexta Belçîka Brukselê, Meclîsa Jinê ya Şehîd Bêrîtan kongreya xwe pêk anî.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê peyama TJK-E´yê hat xwendin û piştre rapora salekê ya karê meclîsê hate xwendin û nirxandin.
Di dawiyê de meclîs û komîsyonên ji 25 kesan hatin hilbijartin.
NAVENDA NÛÇEYAN