Ji berdêla mirinê jiyanê diparêzin, ji berdêla koletiyê azadiyê diparêzin, ji berdêla rîtalî û netuyî, rizgariyê û jiyana hevreyî ya bextewar diparêzin. Ev têkoşîna dibin mercên gelekî giran û zor de pêhat, bi zafernameyeke dîrokî tacîdar bû, ne tenê gelê Kurd tevahiya gelên herêmê rizgar kirin.
Me di destpêkê de hinek vegotinên dîrokî û efsaneyî li gel hev rêz kirin. Ev teva ji bo baş fêmkirin û têgihiştina wateya Newrozê bû û giring in. Vêce, lêkolîn û lêgerînên nivîskarên Kurd bi zimanê dayikê wê ji bo nifşê paşerojan bibin bingeh.
Em bi helbesta Ehmedê Xanî dest pê bikin;
Destana qalkirina Newrozê
Navdanîna demsala kêfxweşî û şadûmanî
Bi awayên toreyên kevnar ên Kurdistanê
Ku wan nave wê Sersal danî
Û wek cejna hevgîhana yaran bi hesab danî
Ligel Kurdan pîroz kirina sersalê gelekî cûda ye û xwe di dema bêdemiyek berfireh de destnîşan dike. Aliyê xwe yê felsefîk heye, aliyekî xwe yê hiyerarşîk jî heye. Di vê hiyerarşiya wek daristanekê her cûra darmêwe û nifş hene… Kurdistanê bi vî rengî tê nexşe kirin. Li gorî hişmendiya Zerdeşt ku dibêje, di ava herik de du caran şiştin çênabe. Lê kevneşopiya Kurdistan û gelê Kurd pirkulturî û pir gelî ye. Di her demjiyana dîrokî de ev taybetmendî û xisleta pîroz li Kurdistanê hatiye parastin. Îro jî, di şerê sêyemîn yê cîhanê de ku di kesayeta Suriye de derketiye û navend mina şerê yekemîn yê cîhanê, car din bûye Kurdistan, Kurd tevahiya gelan û nirxên mirovahiyê diparêzin. Ji bo Kurdan, dîrok dubare dibe:Dema ku Kawayê Hesinkar ciwan ji hovîtî û faşîzma Dehak rizgar kirin, ne tenê ciwanên Kurd, tevahiya ciwanên gelan ji kuştinê rizgar kirin.
Di çanda Kurdan de sersal
Di sersala Kurdan da "Kalê Salê" heye, sala bûrî temsîl dike; "Ciwanê Salê" heye, sala nû temsîl dike… Lê di aliyê zanistî û jiyan abadanî de "Bûka Salê-Jiyana Ciwanik" heye, ew jî jiyanê temsîl dike. Di sersala Kurdan de "Kalê Sale" bi sale re diçe, "Ciwanê Sale" bi sala nû re dikevê dewsa wî; "Bûka Salê", "Jiyana Ciwanik" e naguhere. Jiyan Abadan e…
"Qirdik" jî heye!... Di sersalê de, kesayetê herî giring e. Rûwê wî boyax kirî ye, cilê wî qetiyayî ne, kumekî rengîn bi gulik li serê wî ye, bi ketina malan de ew dest bi axaftinê dike. Gotinên qirdik giring in; bijartî ne. Ji ber ku "Qirdik", civakê temsîl dike.
Bûka Salê; ji nave wê jî diyar e, keç e û zindî ye, ciwan e. Bihar e û dayik e…
Hişmendiya ideal temsîl dike, zindî dihêle, ciwan dihêle. Yên kevin red nake, yên nû, wek hêvî li ser bingeha kevin û di ronahiya rojê de, bi agirê aştiyê ava dike.
Mohra huriyan ji her du aliyan ve dide xuya kirin; aliyek desthilatdarî ye, klasîk e, aliyek nûjenî ye ciwanî û guhertin e… Xweşik e, bejin zirav e, delal e, çav reş birh kevan e, mijgul tî re, newq kîvroşk e. Kirasê çar berî ye, bi erdê re dixiriqê, xeftanê hevrîşîm li ser e. Bisk û berbiskên wê bi zîv û zêr xemilandî ne, çil keziyên we bi tayên zêr û zîv hunandî ne, taca wê bi desmalê hevrîşîm girtî ye.
Kalê Salê; rih spî ye, pora wî spî ye û gijolî ye, kirasekî spî lê ye, pişta wî vekirî ye, qof bûye, darek (asa) di destê wi de ye. Westiyayî xuya dike. Dema ku ew û Ciwanê Salê li ser Bûka Salê têne hemberî hev, zêqif dibe, dixwaze bide xuya kirin ku ew jî ciwan e…
Ciwanê Salê; Xortekî di kewna xwe de ye. Cil û bergên wî li gorî herêman tê guhertin û nû ne. Dirêj e, bejin zirav e, sing mertal e, navmil pehn e û li xwe ewle ye. Kum û kolas, yan jî serbendê kulavî li sere wî ye. Pîpoyek di destê wî de ye. Devliken e û her dem di kêleka Bûka Salê de ye.
Ligel Kalê Salê, Ciwanê Salê, Bûka Salê û Qirdik, komek keç û xortên din jî hene. Di gera malan de, Kalê Salê cih cihan, Ciwanê Salê cih cihan diaxivin. Bûka Salê û koma keç û xortan, yan jî zarokan na-axivin. Herî zêde qirdik diaxive û dilîze. Tenê di strana salê de kom tevlî koro dibe. Qirdik rengê civakê ye, bi tevger e, diaxive, dixwaze lê parve jî dike. Daxwaza xwe jî bi rengekî şûm û dijwar dike.
Kalê Salê jî naxwaze jiyana Ciwanik-Bûka Salê bi dev Ciwanê Salê ve berbide. Bi devê Hunermend Mehmedê Hezexî; “Emrê çûyî navegerê / Emrê mayî wê ber bi xweşî here”. Di van gotinan de, rêbazên xwezayî hen û ew rêbaz nayên guhertin. Rêbazên xweza roj jî, dan jî, sal jî destnîşan kirin. Gel, yan jî ol vê yekê bi “destînî” ve girêbidin jî, kanunên xwezayî heta bi deverekê mirov azad dihêle.
Gelo em dikarin vê kanunê bi hiyerarşiya jiyanê ve girêbidin.
Hiseynê Ferho lehengên Mem û Zîn, bi hiyerarşiya sîstemê ve girêdida û digot: “Mîr desthilardarî ye, Mem Cîhan e, Zîn jiyan e, Tacdîn bextê adem e… ”Ev hiyerarşiya ku di Mem û Zîn de û bi devê gel tê vegotin, di şerê navbera Kalê Salê û Ciwanê Salê de jî xuya dike. Dema ku Kalê Salê û Ciwanê Salê diçin hev bi efra, Bûka Salê -Jiyana Ciwanik, dibêje; “Sal çû dem hat / Nobetguhera demê hat / Guhê xwe bidin serdemê” (bi devê mambêja jin).
Di vê kêlîkê de Qirdik xwe diavêjê holê… Qet pêça xwe nadê efra Kalê Salê û Ciwanê Salê, di kêleka Bûka Salê-Jiyana Ciwanik de radiweste, pêşî li koma pey xwe dinêre, berê xwe didê civatê, dibêje: “Kê kê li erdê da / Bûka sale ya wî ye”, piştre bangî Kebaniya Malê dike.
Gotinên destpêkê, yanî ketina hundir dubare dike;
Serê Salê Binê Salê
Xwedê kurekî bide kebaniya malê
Zarok birçî ne li male
Kebaniyê delalê behra Qirdik
Helîl û mewîjan derîne ji kûwarê
Tê bibîne cejna Newrozê a 21"ê Adarê
Di pîrozkirina sersala Kurdan de, di gera zarok û lîstika teatroyî de, di axaftin û daxwaza ji Kebaniya Male, du rastî hene; Bawerî û rastî… Kevin û nû!... Kalê Salê berxwe dide, Bûka Salê-Jiyana Ciwanik dixwaze… Ev rastiya Kalê Salê ye û statuko diparêze. Rastiya Ciwanê Salê jî heye, namzêdê sala nû ye, jiyanek ciwanik li pêşiya wî ye û gava yekemîn jî avêtiye. Jiyana Ciwanik–Bûka Salê, bi dev Kalê Salê re bernade û her du êrîşî hev dikin. Şerê efra jî şerê navbera gel û desthilatdaran e…
Ehmedê Xanî di Mem û Zîn de dibêje;
Keçan bakirê xortên nugihiştî û hemi sersalî
Ji ciwanna heta bigijê pîr û kalêsn sedsalî
Vêca; dema ku min behsa nirxandîna Hisyenê Feho girte dest, mijada Memû Zînê ku li ser bingeha cejna Newrozê hatiye avakirin e. Mem digel Tacdîn, Zînê jî digel Sitiyê diçine cejna Newroz û li wir hev dibînin. Hevdîtina dibe evînek destanî. Destana gelerî Memê Alan li wir hatiye nivîsandin. Ehmedê Xanî jî ji wir derketiye rê û Mem û Zîn nivîsî ye.
Lê berî van teva dema ku koma zarokan li derî dixin, bêyî ku wan bifermoyî hundir bikin, koma zarokan bibez dikevine hundir. Civak rûniştiye, sifra wan di rengê “Heft Sinî” de, kişûmat şîrniya zivistanî li ber mêvanan e. Zebeşekî mezin jî li nîvê odê ye. Ew Zebeş saet di 12.00"an de, nîvê şevê tê şikandin. Gelek caran civat, berî koma zarokan biçin mala wan, amadekariya ku teatroyekê bi wan bidin lîstin, Kalê Salê û Ciwanê Salê bi efra berbidin hev planan dikin. Di planê wan de rola sereke jî ya Kebaniya Malê ye. Ji ber ku koma zarokan ne civatê, Kebaniya Malê muxatab digire, her û her bangî wê dikin. Ev toreyek kevin e û hîna ji demsalên dayiksalarî maye. Ji ber qutê male di destên kebaniyan de ye. Hîna li devê derî, dema piyên xwe diavêjin aliyê din yê pîpînka hundir, bi hev re –koro- dibêjin:
Serê sale binê sale
Xwedê kurekî bide kebaniya malê
Heçî (eger) nedê mar pêvedê
Kebaniyê ser zêrînê
Destê xwe biavêje kûlînê
Behra qirdik (û hevalên) wî zû derînê
Civat zimandirêjiyan dike û bi armanca Kale Salê û Ciwanê Salê berdin hev, dest bi kelmemaniyan dikin, gotinên kelevajî dikin û nav di herduwan didin. Pirranî Kalê Salê sor dikin. Mînak, dibêjin “Bûka Salê ya te ye, Ciwanê Salê çav berdayê, wê ji te bistîne, tê çawa qebûl bike?” Bi vî rengî û gotinên cûda navbera her du aliyan sor dikin.
Zarok jî van kelmemanan baş dizanin, armanca wan jî fêm dikin. Ew jî ji bo vê lîstika teatro amade ne. Armanca wan danheva qutê zêde ye.
Berî ku Kalê Salê û Ciwanê Sale werin pêşberî hev, Qirdik xwe diavêje hole;
Dem û dem qîskê bi qedem
Xwe gihande sere salê
Kebaniya Malê–Civata malê-
Qirdik ji bo sersalê hate malê
Xwedî kûrekî bide kebaniya male
(Xwedê kurekî bide ciwamêrên li male)
Ev gotinên Qirdik daxwazê zêde dike, hinek ji kesên di civatê de peran jî didin.
Kalê Salê dest bi gotinan dike; bi devê Hozan Mehmedê Hezexî:
Emrê çûyî navegerê
Emrê mayî wê ber bi xweşî here
Ciwanê salê van gotinan dibêje û ber bi Bûka Salê diçe. Bûka Salê nazê dike, gavekê bere paş diçe. Kalê Salê gavekê ber bi Ciwanê Salê diavêje;
Kalê Salê bûriye
Riya wî wek pembûyê spî ye
Lepikên di destên wî de
Ji Hevrîşmê badayî ye
Hewramî li nava mile wî ye
Gûlika kolos sor û spî ye
Kalê Salê hers dibe ber bi Ciwan diçe dibêje;
Demûdewran e, agir agirê kalan e
Tecruba kalo bi salan e
Ciwanê Salê û Kalê Salê destên xwe diavêjin newqa hev û dest bi efra dikin. Hinekî kêferatê dikin, şerê xwe dirêj dikin û kêfa civatê tînin. Di encamê de Ciwanê Salê kal didê erdê.
Kalê Salê hîna li erdê dibêje;
Ev ne bûka evînê ye
Ev bûka jiyana gelan e
Ev nîşana sersala Kurdan e.
Ciwan radihêjê destê Kalê Salê radike, dibêje:
Kalo ma tu nizane xelasiya gelan bi ciwana ye
Ciwanê Salê rûdinê qelûnê pêdixe û duxanê bi ser serê xwe dixe. Bûka Salê jî diçe kêleka Ciwanê Salê.
Kalê Salê berê xwe didê Kebaniya Malê;
Serê salê binê salê
Xwedê kurekî bide Kebaniya Male
(çar carab dubare dike)
Bi devê Hozan Mehmed Hezexî;
Ez hej ji te dikim bêhtir ji berê
Emrê çûyî na vegerê
Wa çavreşê kezî zerê
Emrê mayî wê ber bi xweşî here.
Qirdik di wê kêlîkê de çemê xwe li erdê dide;
Teq teq bi req req
Tore heye heq bi heq
Kebaniya Malê me jî bibîne
Weke her sal bide heq
Ev kebaniya malê ye
Qutê malê bi destê wê ye
Qirdik Qasidê sersala Kurda ye
Kebaniya Malê jî tevlî teatro dibe;
-Ev çi bela ye
Qirdik hers dibe;
Kebaniyê ser zêrînê
Destê xwe biavêje kûlînê
Behra qirdik zû derînê
Dema ku Kebaniya Malê milên xwe bihejîne, xwe giran bike, bikene û metroziyên xwe bike.
Qirdik dibêje;
Kebaniyê delalê
Behra Qirdik helîl û mewîjan ji kûwarê derîne
Zarok li malê birçî ne
Tê bibîne gelek cejna Newrozê a 21'ê Adarê
Kebaniya malê car din gotina “bela” bikar tine û lîstikê dirêj dike;
-Ev çi bela ye, me got nine, ew di lorîne
Qirdik dibêje:
Ev kebaniya malê ye
Qutê male bi destê wê ye
Qirdik qasidê sersala Kurda ye
Kebaniya Malê bi dilekî xweş;
-Ez qiymet bi Qirdikê sale didim
Ew ne qirdik e, qendê (zanist) Kurda ye
Bi van gotinan re, Kebaniya Malê para qirdik û tevahiya zarokên pê re dide. Zarok û qirdik bi yek dengî dibêjin:
Serê dik-î bi kulav e
Binê dik bi kûlav e
Xwedê kûrê malê zu bike zava
Bi devê Hozan Mehmed Hezexî, koro dibêje:
Ez hej ji te dikim bêhtir ji berê
Emrê çûyî navegerê
Wa çavreşê kezî zerê
Emrê mayî wê ber bi xweşî herê
Tiştê ku zarok kom dikin, li malekê, car caran li gastînekê-qelaçekî ew bi xwe tifikê çêdikin agir pêdixin û xwarina xwe çêdikin, bi hev re dixun. Govendê girêdidin dilîzîn, heta sibehî şahiya wan didome.
Ji bilî şeva sersalê roja nû ya salê Kurd li mal ranawestin. Keç, xort kal, jin û mêr teva cil û bergên herî delal û rengîn li xwe dikin û diçine nava şinayî, bax û baxçeyan, diçine seyranê, li deşt û mêrgan çiya û gastînan Newrozê, sala nû pîroz dikin. Agir didadin, zarok û xort û keç xwe di ser agir re diqevêzin. Agir lewnekî paqijkirina ji gunehan, ji qirêjê ye. Govendan girêdidin, dîlanê dilîzin û lîstikên cûrayî yên keç û xortan dilîzin.
Ehemdê Xanî vê toreyê wek “toreya pîroz” binav dike.
Dibêje;
Dewra felekê, ji bextê vekirî û zelal û pîroz
Dîsa ku nîşan da ji nû ve Newroz