Mînak; 16'ê meha Rojê, piştî Newrozê cejna herî mezin ya Mecusiyan e û bi navê mihrîg(c)an tê binavkirin. (Gan, pêvek e û li gorî morfolojiya ziman wateyeke din dide gotinê. Çargane-çarîne, dugane-duyane, yek malik, dumalik, çarmalik û hwd.)

Newroz ku weke sersala Kurdan tê dîtin, şoreşeke kulturî û fîzîkî ye. Di aliyê diyalektîka dîrokê de sê aliyên wê hene; civakî, xwezayî û ezmanî... Newroz toreya herî kevin a Kurdan e û bûye malê gelên herêmê tevan. Îro jî, ev kevneşopî dewam dike. Di Taq-î Bîstan de tê gotin ku merasîmên dibin siya “dara pelzêrîn” de dihatin kirin, hêza xwe, binyata xwe, cewherê xwe ji vê toreya kevin digirtin. Toreyeke tay-î zaman e!...

Newroz bûye bingeha nirxên civakî. Ya balkêş jî ew e ku Xwedawendên jin  di vê guhertina bingehîn de bûne pêşeng. Di wateya “paqijî, evîn, bereket, dayin, xwedî kirin, fêrkirin, zindî kirin, bi can kirin û aştîxwaziyê” de ye. 

Hişmendiya efsaneya Newrozê di her demjiyana civaka Kurd de serdest e. Civaka îdeal bi rêxistinî ye, wekheviyê û edaletê diparêze.

Şems-Şêşims (Ahura Mazda) xwedî wateyeke kozmîk e û di kozmogoniya Kurdan de, piştî teqîna mezin Big-Bang’ê, navenda kêşa “bazinê pîroz” e.


Fesala salê li gorî peywendiya mirov û xwezayê

Bi hewldanên Înanna û Dembuz, yekemîn festîvala biharê hate lidarxistin (di mîtolojiya Mezopotamya jêrîn de). Ev festîvala Basimbarê ye. Di nava demê de bû cejin û wek Çarşema Sor hate binavkirin. Li gorî “salnameya  rojê” destpêka salê, cejna salê tê pîroz kirin. Li gorî salnameya mîladî çarşema piştî 13ê Nîsanê (ango çarşema pêşî ya teqwîma mîladî ya nereformekirî) tê pîroz kirin. Lê ev roj, ew roj e ku Melek-î Tawis bi Fermana Yezdanê Mezin ruerdê/xwezayê dixemilîne...  Çarşema Sor jî navê xwe ji rengê rojê distîne û destpêka teqîna malzaroka jiyanê ye. Ev bereket û xêratên ku bi meha Nîsanê re dest pê dikin, di pez û dewar de, di dexlê de, di hatina kar û xebatên malê de zêde dike. Rengê Basimbarê bûye ala Kurdan jî. Kesk û sor û zer...

Ev demjiyan, salnameya gelerî ye û weke “salnameya gel” tê binavkirin. Gel li gorî serpêhatî, çîrok û çîvanokên Mambêjan, guhertina demsalan, bûyerên dramatîk û tofanên xwezayî, dem parçe kir. Ev salname, têkiliya mirov û xwezayê ye; hinekî berxwedana mirov li hemberî xwezayê ye.  Heta demên dawî jî di nava gundiyên Kurdistanê de, navên demsalê, bi guhertinên xwezayî dihat binavkirin. Navê mehên salnameya îro jî, li gorî vê yekê hatine dîzaynkirin û binavkirin. Zîpik, çile, çilê çil, kebîs, heyva kevanî, heyva li çardeha, Kanuna pêşî, Kanuna dawî û hwd.  Şûban Musa (Sibata bi bereket), barana Nîsane, ewr-î Nîsan, Pûşber, Kewçêr û hwd. Teknîka di cotkariyê de dihatin bikaranîn jî li gorî têkiliya mirov û xwezayê dihatin amadekirin. 

Zivistan, demsala kebîs e, bi meha Nîsanê re bi dawî dibe. Li gorî Mambêjan, Îştar-Înanna, li gel Dembûz ji qesra Dembûz derdikevine ser rûyê erdê û tevlî festîvala destpêka jiyana xemlenîgarî dibin. Ev meh wek bûka salê tê naskirin.

Di meha Hezîranê de yek, di meha Dembuzê de yek, di navbera 2 û 5ê mehê de xwarinên gelerî tên dayin. Ziyafet!..  Di van xwarinan de keç û xort cilên nû li xwe dikin û govendan digerînin. Govend, wateya  jiyana civakî ye!..  

Ev dem û dewranên têgihiştin û xwendina cîhanê ne.


Afirandina salnameyê weke asta şaristaniya bilind

Mirovatî digiha qonaxe ku dest bi têgihiştina tew û tebeqeyên rûerdê dike. 

Pêşî xwe nas kirin, piştre herêma xwe naskirin. Demjiyana ku çiyayên bilind agir difûrandin ji mêj nemabû. Ev destpêka xwendina dîroka cîhanê ye. 

Vê carê, di xwendina dîroka cîhanê de, hate fêmkirin ku lehengê cîhanê jî dîsa mirov e. Piştî fêmkirina lehengiyê, dest bi nivîsandina dîroka cîhanê kir. Bi destpêkirina nivîsandina dîroka cîhanê, mirov bû xwedayê cîhanê.

Di herika jiyanê de çekên mirov jî guherîn. Azmûnên mirovên nêçîrvan bêhtir dijwar û dirêj bûn. Di kevirê “heste” de hostatiya mirovatiyê gelekî bi pêş ket. Dema hosta û şagirtan e... Ev keda mirov e.

Mirovî nirxê kedê fêm kir û amûr û alavên çêkirî jî parastin. 

Dem hat ku her amûrî pêdiviya amûrekî din derxiste holê.

Ev fêrbûna kedê û demê ye...

Vê yekê, mîna salnameyên gelerî, kanûnên gelerî jî derxistin holê!...

Ji bo van zanistan û dîrokê bi başî û li gorî pêdiviyan radestî paşerojan bike, pêdivî bi parçekirina demê hebû. Ademê ku şev û roj parçe kir, giha asta ku salê parçe bike û bi nav bike... 

Ev asta herî bilind ya kulturê ye, hêza mejî û dest e...

Hêza mêjî, demjiyana efsane, destan û helbestên dirêj dabû destpêkirin. Bi mihrîcanên ku di demûdewrana Xwedawendan, di nava civakan de wek cejnan bi pîrozî hatin pêşwazî kirin. Dîsa jî destan, efsane û helbestên dirêj, digeriyan û her diçû zêde dibûn. Her mirovê kal pirtûkxaneyek li ser lingan bû... Kalên malê tore, efsane, destan û helbestên dirêj, bi bûyerên dramatîk re li hev dipêçan, bi beden dikirin û wek şîret û qewêtî ji zarokên  malê re vedigotin. Bi zêdebûna vê cewherê giranbiha, mejî hêza xwe zêde dikir. Ezber xurt dibû, xurtbûna ezberê hêza mejî û hewngiriyê derxiste holê.


Ji peyvên devkî ber bi gotinên nivîskî ve

Hewngiriyê bivê nevê nivîsandin derxiste holê... Zimanê devkî û ezber bû haveyn û nişûka zimanê nivîskî... Fîgûrên di taqên şikeftan de, di şeqafan de dihatin xêzkirin, bûne gotin û li ser keviran, kevalan û kêlan hatin xêzkirin. 

Gelek zanist kêlên goran, yan jî  taqan wek pirtûkên destpêkê, wek nameyên ji bo paşerojan bi nav dikin.

Li gel van tevan, demjiyana rêxistiniya civakî derkete holê; sermiyanê malê, jin cih da mêr, mêrê malbatê cih da serdestê êlê... Serdestê êlê cih da mîrê eşîrê û di encamê de key û keyser, qiral û tacîdar derketin holê...

Ev derbaskirina mekan û demê ye...  Nivîs û fîgurên li ser taqên şikeft û şeqafan giha qonaxa dewletî... Sefer, şerên demên berê di fîgur û peykeran de, di keval û taqan de xêz kirin. 

Ademê ku fêrî kanûna xwezayê bû, piştî serdestiya li hemberî xwezayê kanunên xwe çêkirin. Ademê ku kanûnên xwe çêkirin, dîsa guhertinên xwezayê li ber çavan girtin û gav avêtin. Bi vê yekê çavdêriya xwezayê kir. Ev çavdêrî bi gelek nifşan û gelek sedsalan pêk hat. Fêrbûna guhertinên xwezahî, “keşf”a destpêka mirovatiyê ye... Piştî gelek nifşan û sedsalan, rêza demsalan jiber kirin, pêşî kin-kin gotin û bi nav kirin. Piştre xelekên zincîrê bi hevûdin ve girêdan û li pey hev rêz kirin. Navên ku hîna di nava Kurdan de wek Çilê, Çilê Çil, berfbarin, pûşber û hwd. mînaka vê ne.

Ev naskirina cîhana nû bû... 


Mîrateya Kawayê Hesinkar

Serhildana Kawayê Hesinkar destpêka salnameya Kurdan tê qebûlkirin. 20, 21, 22 û 23ê Adarê Newroza Kurdan û destpêka jiyana azad û bi rûmet e. Di heman demê de destpêka salnameya rojê ye... 

Şems-Mazda ango roj bingeha salnameya Kurd e. Wek Salnameya Rojê jî tê binavkirin û destpêkê efsaneya Kawayê Hesinker û rizgariya Kurdan (û mirovatiyê) ye.  

Di nava Kurdan de sembola sala kevin, sala nû û jiyanê hene. Li gel sê sembolan, fîgurê mîzaha reş û spî jî heye. Kalê Salê yê herî navdar yê Ewropiyan e û bi navê Bav-Noel (bi rengekî ji xasên Xirîstiyanan Nikolas e) tê nasîn. 


Newroz: Sosyokultura harmonîk 

Hejîr û Hinar herî zêde li Kurdistanê hene… Du mêweyên behiştê ne… Tirî û sêv herî zêde li Kurdistanê hene… Du mêweyên behiştê ne… Berû û tû, herî zêde li Kurdistanê hene… Du xelatên Êzda ne… 

Çar demsalên cûda û ezmanê bi bixura van demsalan tê mesihandin, tenê li cografya Kurdistanê hene… Cil û bergên di rengê keskesora di banê ezmanan de û bi qesebê stêrikan tê neqişkirin, tenê li Kurdistanê heye… Folklora ku awaz û lorîna bilûra xwedawendan xuroşiya jiyanê dibalivîne, tenê li Kurdistanê heye…  

Kirasê spî, dilê spî, gotina spî û nanê bi kûl û derdan bûye qût û mewdanê wî. Aliyek spî, aliyek kesk, aliyek sor, aliyek zer... Ev rengên destpêka afirandina erd û ezman in. Êzda dibêje; pêşî tarî-reş hebû... Yanî, ji nava reşê ev reng teva hatin derxistin. Ji bo ku, rengên di dilê mirovan de coş û xiroşê bixemilîne, ked û têkoşînek lazim e. 

Piştî dem û dewranan ku afûr û kafûrên mezin derketin holê, cîhan jî  serûbinî hev bû û mirovahî, ji giyanê çêkirina felsefê hate dûr kirin. Xwedawend, ji ezmanan hatin ser rûwê erdê. Despotîzma kujerî car din kat da û pişkivî... Di duyemîn heyama despotîzma xwedawendan de Kawayê Hesinker derket û agirê Prometheus li serê Çiyayên Zagrosê pêxist. Ronahiya agirê Kawayê Hesinker, duyemîn car asoyên paşerojên jiyanê ronî kir. Hingî ala azadiya ku li serê Çiyayên Kurdistanê dibalivî, rengê xwe, ji agir û xwezayê; ji av û axê, ji ezman û rojê stand. Ezman, erd û roj, av û hewa û mirov, xelekên jiyana bi rûmet û azad... 


Agirê rojê, bixura erdê, dilê mirov û rengê ezman... 

Ev navê roja nû bû... Jiyana nû bû û mohra têkoşîna mirov û keda mirov li jiyanê dida. Bi navê Newrozê, di malzaroka jiyanê de rûnişt û reng veda. Ev şoreşa duyemîn ya mirovahiyê bû...  Yanî xeleka duyemîn ya Newrozê... 

Wek destana duyemîn ya mirovahiyê ku bi pêtên agir hate nivîsandin... 


Sersala bêdemiya berfireh û vejîn 

Di bin siya dara pelzêrîn de, Kawayê Hesinkar û gelê Kurd ji bo jiyaneke bi rûmet, azad û bextewar têdikoşin. Ev têkoşîna dibin mercên gelekî giran û zor de pêkhat, bi serketineke dîrokî tacîdar bû, ne tenê gelê Kurd tevahiya gelên herêmê rizgar kir. 


Em bi helbesta Ehmedê Xanî dest pê bikin;

Destana qalkirina Newrozê

Navdanîna demsala kêfxweşî û şadûmanî

Bi awayên toreyên kevnar ên Kurdistanê

Ku wan navê wê Sersal danî

Û wek cejna hevgîhana yaran bi hesab danî 


Ligel Kurdan pîrozkirina sersalê gelekî cûda ye û xwe di dema bêdemiyeke berfireh de destnîşan dike. Aliyê xwe yê felsefîk heye, aliyekî xwe yê hiyerarşîk jî heye. Di vê hiyerarşiya wek daristanekê her cûra darmêwe û nifş hene… Kurdistanê bi vî rengî tê nexşe kirin. Li gorî hişmendiya Zerdeşt ku dibêje, di ava herik de du caran şiştin çênabe. Lê kevneşopiya Kurdistan û gelê Kurd pirkulturî û pir gelî ye. Di her demjiyana dîrokî de ev taybetmendî û xisleta pîroz li Kurdistanê hatiye parastin. Îro jî, di şerê sêyemîn yê cîhanê de, ku di kesayeta Suriye de derketiye û navend mina şerê yekemîn yê cîhanê, car din bûye Kurdistan, Kurd tevahiya gelan û nirxên mirovahiyê diparêzin. Ev comerdî û maquliyek dîrokî ye.

Dema ku Kawayê Hesinkar ciwan ji hovîtî û faşîzma Dehaq rizgar kirin, ne tenê ciwanên Kurd, tevahiya ciwanên gelan ji kuştinê rizgar kirin.


Sembol û dirûvê wan

Di sersala Kurdan da Kalê Salê heye, sala bihurî temsîl dike; Ciwanê Salê heye, sala nû temsîl dike… Lê di aliyê zanistî û jiyan abadanî de Bûka Salê-Jiyana Ciwanik heye, ew jî jiyanê temsîl dike. Di sersala Kurdan de Kalê Salê bi sale re diçe, Ciwanê Salê bi sala nû re dikevê dewsa wî; Bûka Salê, Jiyana Ciwanik e naguhere. Jiyan Abadan e… 

Qirdik jî heye!... Di sersalê de, kesayetê herî giring e. Rûyê wî boyaxkirî ye, cilê wî qetiyayî ne, kumekî rengîn bi gulik li serê wî ye, bi ketina malan de ew dest bi axaftinê dike. Gotinên qirdik girîng in; bijartî ne. Ji ber ku Qirdik, civakê temsîl dike.

Bûka Salê, ji nave wê jî diyar e,  keç e û zindî ye, ciwan e, bihar e û dayik e. Hişmendiya ideal temsîl dike, zindî dihêle, ciwan dihêle… Yên kevin red nake, yên nû wek hêvî li ser bingeha kevin û di ronahiya rojê de, bi agirê aştiyê ava dike.

Kalê Salê; rihspî ye, pora wî spî ye û gijolî ye, kirasekî spî lê ye, pişta wî vekirî ye, qof bûye, darek (gopalek) di destê wî de ye. Westiyayî xuya dike. Dema ku ew û Ciwanê Salê li ser Bûka Salê têne hemberî hev, zêqif dibe, dixwaze bide xuyakirin ku ew jî ciwan e…

Ciwanê Salê; xortekî di kewna xwe de ye. Cil û bergên wî li gorî herêman tê guhertin û nû ne. Dirêj e, bejin zirav e, sing mertal e, navmil pehn e û li xwe ewle ye. Kum û kolas, yan jî serbendê kulavî li sere wî ye. Pîpoyek di destê wî de ye. Devliken e û her dem di kêleka Bûka Salê de ye.  

Ligel Kalê Salê, Ciwanê Salê, Bûka Salê û Qirdik, komek keç û xortên din jî hene. Di serdana li malan de, Kalê Salê cih cihan, Ciwanê Salê cih cihan diaxivin, Bûka Salê û koma keç û xortan, yan jî zarokan na-axivin. Herî zêde qirdik diaxive û dilîze. Tenê di strana salê de kom tevlî koroyê dibe. Qirdik rengê civakê ye. Daxwaza xwe jî bi rengekî şûm û dijwar dike. 

Kalê Salê jî naxwaze Jiyana Ciwanik-Bûka Salê bi dev Ciwanê Salê ve berbide. 

Efra kal û ciwanî

Di nava koma sersalê de (êvara 13´ê Çile diqulibe 14´ê Çile) Qirdik qet pêça xwe nade efra Kalê Salê û Ciwanê Salê di kêleka Bûka Salê-Jiyana Ciwanik de radiweste, pêşî li koma pey xwe dinêre, berê  xwe didê civatê, dibêje: “Kê kê li erdê da / Bûka sale ya wî ye”,  piştre bangî Kebaniya Malê dike.  


Gotinên destpêkê, yanî ketina hundir dubare dike;

Serê Salê Binê Salê 

Xwedê kurekî bide kebaniya malê

Zarok birçî ne li malê

Kebaniyê delalê behra Qirdik

Helîl û mewîjan derîne  ji kewarê 

Tê bibînî  cejna Newrozê a 21î Adarê


Dema beriya vê zarok li derî dixin, bêyî ku wan bifermoyî hundir bikin, koma zarokan bibez dikeve hundir. Civak rûniştiye, sifra wan raxistiye, kişûmat şîraniya zivistanî li ber mêvanan e. Zebeşekî mezin jî li nîvê odê ye. Ew Zebeş saet di 12.00’an de, nîvê şevê tê şikandin. Gelek caran civat, berî koma zarokan biçe mala wan, amadekariya ku teatroyekê bi wan bidin lîstin, Kalê Salê û Ciwanê Salê bi efra berdin hev planan dikin. Di planê wan de rola sereke jî ya Kebaniya Malê ye. Ji ber ku koma zarokan ne civatê, Kebaniya Malê muxatab digire, her û her bangî wê dikin. Ev toreyek kevin e û hîna ji demsalên dayiksalarî maye. Ji ber ku kebanî malxwêt e û qûtê malê jî di destên wê de ye. Hîna li devê derî, dema piyên xwe diavêjin aliyê din yê pîpînka hundir, bi hev re dibêjin: 


Serê salê binê salê

Xwedê kurekî bide kebaniya malê

Heçî nedê mar pêvedê

Kebaniyê ser zêrînê

Destê xwe biavêje kûlînê

Behra qirdik (û hevalên) wî zû derînê


Civat zimandirêjiyan dike û bi armanca Kalê Salê û Ciwanê Salê berdin hev, dest bi kelmemaniyan dikin, gotinên kelevajî dikin û nav di herduwan didin. Pirranî Kalê Salê sor dikin. Mînak, dibêjin “Ciwanê Salê çav berdayê Bûka Salê, tê çawa qebûl bikî?” Bi vî rengî û gotinên cûda navbera her du aliyan sor dikin. 


Zarok jî van metroziyan û kelmemanan baş dizanin, armanca wan jî fêm dikin. Ew jî ji bo vê lîstika teatral amade ne. Armanca wan danheva qûtê zêde ye. Berî ku Kalê Salê û Ciwanê Salê werin pêşberî hev, Qirdik xwe diavêje holê;


Dem û dem qîskê bi qedem

Xwe gihande sere salê

Kebaniya Malê –Civata malê- 

Qirdik ji bo sersalê hate malê

Xwedî kûrekî bide Kebaniya Malê


Ev gotinên Qirdik daxwazê zêde dike, hinek ji kesên di civatê de peran jî didin. Ciwanê salê van gotinan dibêje û ber bi Bûka Salê ve diçe:

Kalê Salê bûriye  

Riya wî wek pembûyê spî ye

Lepikên di destên wî de

Ji Hevrîşmê badayî ye

Hewramî li nava mile wî ye

Gûlika kolos sor û spî ye


Kalê Salê hers dibe ber bi Ciwan diçe dibêje;

Demûdewran e, agir agirê kalan e

Tecruba kalo bi salan e


Ciwanê Salê û Kalê Salê destên xwe diavêjin newqa hev û dest bi efra dikin. Hinekî kêferatê dikin, şerê xwe dirêj dikin û kêfa civatê tînin. Di encamê de Ciwanê Salê kalî didê erdê. 

Ciwanê Salê rûdinê qelûnê pêdixe û duxanê bi ser serê xwe dixe. Bûka Salê jî diçe kêleka Ciwanê Salê.


Kalê Salê berê xwe didê Kebaniya Malê

Serê salê binê salê

Xwedê kurekî bide Kebaniya Malê

(çar carab dubare dike)


Qirdik di wê kêlîkê de çemê xwe li erdê dide;

Teq teq bi req req 

Tore heye heq bi heq

Kebaniya Malê me jî bibîne

Weke her sal bide heq 

Ev Kebaniya Malê ye

Qutê malê bi destê wê ye

Qirdik Qasidê sersala Kurda ye

Wek her sal divê kebanî bide heq


Kebaniya Malê jî tevlî teatro dibe;

- Ev çi bela ye


Qirdik hêrs dibe;

Kebaniyê ser zêrînê

Destê xwe biavêje kulînê 

Behra qirdik zû derînê

Kebaniya bi Şemalê

Daw û dêl bi gemarê

Behra qirdik di kewarê

Biçe bîne û bide şîrîn zarê


Kebaniya Malê bi dilekî xweş dibêje,

- Ez qiymet bi Qirdikê salê didim

Ew ne qirdik e, qendê Kurda ye


Bi van gotinan re, Kebaniya Malê para qirdik û tevahiya 

zarokên pê re dide. Zarok û qirdik bi yek dengî dibêjin:

Serê dik-î bi kulav e

Binê dik bi kulav e

Xwedê kûrê malê zu bike zava


Tiştê ku zarok kom dikin, li malekê, car caran li gastînekê-qelaçekî ew bi xwe tifikê çêdikin, agir pêdixin û xwarina xwe çêdikin, bi hev re dixwin. Govendê digerînin, heta sibehî şahiya wan didome.