
Li Xinûsê ya navçeya Erziromê Medreseya Şêx Mehmud û gelek kîtabên destnivîskî bi tunebûnê re rû bi rû ye. Medreseya ku di dema xwe de wekî zaningeh xebitiye û hezaran kes perwerde kiriye, niha bê xwedî maye.
Di dîroka Kurdistanê de, medrese him di warê perwerdeyê de him pêşketina ilmî û wêjeyî de, bi roleke girîng rabûye. Yek ji wan jî Medreseya Şêx Mehmud e ku hezaren kes tê de perwerde dîtiye û heta yek ji rêberê Kurdan Şêx Seîd jî li wir perwerde dîtiye û perwerde daye. Medreseya Şêx Mehmud a li navçeya Xinûsê û kîtabên destnivîskî ya ku nayê parastin û talûkeya tunebûnê re rû bi rû ye. Medreseya Şêx Mehmud a li taxa Kolhîsar a navçeya Xinûsê ya Erziromê terkî tunebûnê hatiye kirin. Medreseya ku demekî ji Şêx Seîd re jî malovanî kir û li vir perwerde dît û perwerde da, îro bi tunebûnê re rû bi rû hat hiştin. Kîtabeyên destnivîsî jî roj bi roj ji holê winda dibin.
Ev medreseya ku erka zanîngehên serdema me ya îroyîn digirtin ser xwe, ji hêla Şêx Mahmud Fevzî ve hatiye avakirin. Şêx Mahmud di sala 1800’î de ji Paloya Xarpêtê koçî Xinûsê dike, li vir medreseyekî ava dike û bi hezaran alimên olî perwerde dike. Piştî di sala 1847’an de mîrîtî ji holê hat rakirin, di nava gelê herêmê de şêxtî her ku çû pêş ket, Şêx Mahmud li navçeya Paloyê heta Pîranê li gelek bajarên Kurdistanê li gel dergehan gelek medrese vekirin û li van medreseyan de perwerde dan alimên olî.
Piştî raperîna Şex Saîd hat texrîb kirin
Piştî serhildana Şêx Sedîd a di sala 1925’an de dest pê kir, medreseyên li herêmê jî hatin texrîbkirin û gelek pirtûk hatin şewitandin. Ev medreseyên ji hêla malbatan ve hatin restorekirin, heta roja meya îro hatin, lê ji ber ku di demên dawî de nayên parastin bê xwedî mane. Dîsa gelek kîtabeyên dirokî bi destan hatine nivîsandin jî bi tunebûnê re rû bi rû hatine hiştin.
DÎHA/ERZIROM