Rojnamegeran bêdengiya medyaya Başûr a li hemberî dagirkeriyê rexne kirin
Rojnamegerên li Herêma Germiyanê bêdengiya ragihandina Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Rojnamegeran diyarkirin ku ragihandina Başûr tenê cih dide hizban û ew hizb jî girêdayî welatên cîran in. Rojnamegeran dan zanîn ku ji ber vê yekê mijara neteweyî nakeve rojevê.
Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfireh û zêde dibe. Tevî ku metirsiyeke mezin li ser xaka Başûrê Kurdistanê heye, lê ragihandina Başûrê Kurdistanê dagirkeriyê nabîne û nake rojev. Li ser vê mijarê rojnamegerên li navçeya Kelar a ser bi navenda îdareya Germiyanê axivîn.
Rojnameger Eyad Mihemed destnîşan kir ku li her welatekî cîhanê, ragihandin xwedî bandorek mezine û got; “Karê hemû medyayê ew e ku bûyerên li welatê wan rû didin, bixin rojeva xwe. Lê li Kurdistanê tiştek bi vî awayî pêk nayê. Medyaya me dagirkeriya li ser Kurdistanê naxe rojeva xwe. Medya li ser hizban belav bûne û tenê di çarçoveya siyaseta hizban de kar dikin. Ew hizb jî li gorî berjewendiyên xwe medyayê bi kartînin û ev jî azadiya medyayê sînordar dike. Hizb jî bi ser welatên cîran belav bûne.”
Eyad di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser bêhelwestiya welatiyan ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û got; “Medya di livandina xelkê de, rolek girîng dilîze. Herwiha medya li ser diyarkirina helwesta xelkê û ronîkirina rastiyan jî xwedî rolek girînge. Lê niha welatê me dibin êrîş û dagirkeriyê deye û medyaya me jî bêdenge.”
Rojnameger Şermîn Elî parçebûna navxweyî rexne kir û got; “Em weke gelê Kurd du carî parçebûne. Em hem di nava xwe de hem jî di nava welat de hatine parçekirin. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê her komek bi ser hinek hizban belav bûne. Ev jî bûye sedem ku weke gel bibin bêhelwest. Bêguman zêdetirî ragihandina me jî yên hizbîne û siyaseta hizban bi cih tînin. Medyaya hizbên Başûr ne xwedî armanca netewî ne. Gelek rojnameger hene li cihê kar dikin nikarin giringiyê bidin mijara netewî, lê rê nayê dayîn bixin rojevê. Ji bo vê bi awayekî giştî medya nikare mijarên giştî û netewî bixin rojeva xwe. Ji ber ku hizb biryara weşandina mijaran didin.”
Şermîn Elî di dawiyê de got; “Wek mînak, dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê dewam dike, yan jî ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe grevên birçîbûnê hebûn, medyaya Başûr nekarî bixe rojeva xwe.”
GERMİYAN/ROJNEWS