Mamosteyê zanîngehê Dr. Şîlan Omer bi RojNews re axivî û bal kişande ser qirkirin û komkujiya li Bakûrê Kurdistanê û wiha got: “Qirkirin û komkujiya Kurdan li her devera Kurdistanê ku bibe divê were şermezarkirin. Ji ber ku hemû Kurd xwedê wê mafê ne ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Divê welatên derve û raya giştî ya hundir li  hember hewlesta Tirkiyê dengê xwe bilind bikin û rewşê bişopînin. Em dibêjin Êdî bese ji komkujiya Kurdên Bakûr û her çar parçeyên Kurdistanê re.”

 

‘Em hemû yek in’

Ji aliyê din ve mamostayê zanîngeha Silêmaniyê Moşîr Mistefa diyar kir ku Kurd li ku dibin bila bibin yek parçe ne û wiha domand: “Tenê sînoran em ji hev veqetandine, em hemû yek in. Em êrîşên dewleta Tirk li hember xwîşk û birayên xwe şermezar dikin. Em daxwaz ji her kesî dikin li hember van komkujiyan dengê xwe rakin. Em hemû bi hevre dewletek serbixwe ava bikin û bibin yek.”

 

‘PDK xizmeta dewleta Tirk dike’

Dîsa mamosteyê zanîngegehê û edîtorê kovara Livîn Ehmed Mîre der barê mijarê de bi RojNews re axivî û destnîşan kir ku serokwezîrê Tirkiyê daxuyanî dide ku nûnerê Kurdan PKK nîne Herêma Kurdistanê ye, ev têgihiştin ji xwe pirsgirêke. Mîre zêde kir ku tişta îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybet PDK dike xizmeta dewleta Tirk dike û wiha got: “Helwesta Herêma Kurdistanê nîne lê helwesta Kurdên li her çar parçeyan di astek baş de ye ji ber ku ew wek xelkê Amed û navçeyên din ên Bakûr difikirin.”

Herwiha mamosteyê felsefeyê li zanîngeha Silêmaniyê Azad Heme jî diyar kir ku medyayên Başûr tenê li ser kirîz û pirsgirêkên Herêma Kurdistanê weşan kirine û zêde behsa Bakûr nakin. 


 ROJNEWS/HEWLÊR