Girtiya siyasî Medya Çinar doh danê sibê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke fedaî kir û şehîd bû. Çinar, girtiya ji doza Nisêbînê bû. Çinar a li Hepsa Tîpa F a Wanê dihat ragirtin, beriya çalakiyê ji bo dadgehê biribûn Mêrdînê.
Çinar, 31’ê Gulana 2016’an bi 42 kesan re hatibû girtin. Çinar a her tim anîbû ziman ku di dema çûn û hatina doza Nisêbînê de êşkence li wan tê kirin, zext û komkujiyên berê bi bîr xistibûn.
Çinar, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Ocalan tevlî rûniştina bi riya SEGBİS’ê nebûbû. Şandeke ku parlamenterê HDP’ê Pero Dundar û Tuma Çelîk jî tê de, ji bo cenazeyê bigirin çûn Morga Tipa a Edlî ya Mêrdînê.
Polîsan êrîşî gel û parlementeran kir
Ji bo cenazeyê Medya Çinar (24) bigirin parlementerên HDP’ê Tûma Çelîk, Pero Dundar û Ebru Gunay jî di navê de, gel li ber morgê li benda teslîmkirina cenazeyê ma dema nûçeya me dihat amadekirin.
Tê payîn ku wê cenazeyê Çinar li gundê Margik ê ser bi Qoserê bê veşartin.
Polîsan malbat û heyeta HDP’ê ji pêşiya morgê dûr xist. Polîsan li pêşiya morgê bi mertalên xwe barîkat çêkir û nehişt ku kes nêzîk bibe.
Gava polîsan gef xwar ku ew ê cenaze nedin heger girse belav nebe, girseyê slogana ‘Şehîd namirin’ got. Polîsan êrîşî girseyê kir û 3 kes jî destgîr kirin.
MÊRDÎN