Ev demek e ku hin saziyên ragihandinê yên girêdayî PDK´ê, der barê rewşa civakî li Kobanê de hin nûçe û raporan diweşînin. Di van "raporan" de qaşo agahî der barê belavbûna ola Xirîstiyaniyê li nava xelkê Kobanê de tên dayîn. Li gorî îdîayên ku mediya nêzîkî PDK´ê belav dike, li Kobanê bi sedan malbat bûne Xirîstiyan û dev ji ola Mislimantiyê berdane! Ev yek jî, dîsa li gorî mediya nêzîkî PDK´ê, bi erêkirin û dilxweşiya hikûmeta kantona Kobanê pêk tê. Li gorî van "agahiyan" gelek rêxsitinên Xirîstiyan yên navneteweyî ku bi karê misyonkirinê radibin, destûrê ji hikûmeta kantona Kobanê digirin û "kampaniya Xirîstiyankirina niştecihên Kobanê bi awayekî sîstematîk" dimeşînin.

Balkêş e ku dema hin saziyên ragihandinê yên PDK´ê ev çend carên ku vê nûçeyê didin, heman kesan nîşan didin. Yanî hevdîtin bi çend kesan re tê kirin, ku wan bi îradeya xwe ola Xirîstantiyê qebûl kiriye. Bi gotineke din, ne bi sedan malbat hene, lê tenê çend kes hene, an çend malbat, ku wek mirovên azad baweriya xwe guhertine û ev yek biryara wan ya ferdî ye û ne karekî rêxistinkirî ku bi erêkirina hikûmeta kantonê tê birêvebirin, mîna ku medya PDK´ê dixwaze nîşan bide. Bê guman her ferdek xwedî mafê azadiya bawerî û derbirînê ye. Ev xal di Peymana Civakî ya her 3 kantonên Rojava de hatiye diyarkirin. Jixwe, hikûmeta Kobanê nikare rê li ber baweriya ti kesî bigire. Her kes azad e, di çarçoveya qanûnê de, bawerî û ola xwe bi xwe hilbijêre. Ev mafekî takekesane ye. Peymana mafên mirovan ya gerdûnî jî weha dibêje. Eger hat û hinek welatî filan olê hilbijêrin û perestgehekê ava bikin, bê guman ev yek di çarçoveya “mafên derbirînê” de wê were dîtin.

Lê armanca medya PDK´ê ji dubarekirina belavkirina van nûçeyan ne nasîn û nasandina helwesta fermî ya hikûmeta kantonê derbarê ol û baweriya filan hemwelatî yan jî bêvan hemwelatî de ye, lê ew dixwazin bi vê yekê bibêjin ku hikûmeta kantona Kobanê li gorî planeke derve dimeşe û hewl dide bi awayekî sîstematîk gelê vî bajarî Xirîstiyan bike! Armanc têkbirina nav û dengê Kobanê ye. Medya PDK´ê dixwaze amaja Kobanê wek keleha berxwedanê û têkoşînê têk bibe û xelkê wê wek mirovên ku ji bo "alîkariyeke madî ola xwe berdidin" nîşan bide! 

Ev nûçeyên ku der barê Kobanê de di medya PDK´ê de tên belavkirin, armanceke xwe ya siyasî hene. Ew dixwazin gelê Kobanê pûç û bê prensîp nîşan bidin. Ew dixwazin vî gelî di çavê Gelê Kurd de, bi taybet yê bawermendan de biçûk bixin. Jixwe, li Başûr van salên dawî pêla tundrew a Îslamê zêde bûye. Bi alîkariya AKP û welatên Ereb bi sedan mizgeft hatine avakirin û hizrên Îslameke global ku li dijî neteweya Kurd e, belav dikin. Her weha ji herêma Başûrê Kurdistanê jî bi hezaran ciwan tevlî nav refên DAIŞ´ê bûne. Dema medya PDK´ê nûçeyên weha der barê Kobanê de belav dike, ew bi zanebûn pêla tundrew a Îslamî li dijî Kobanê û tevahiya Rojava sor dike. 

Divê PDK dev ji siyaseta xwe ya teşhîrkirin, ambargodanîn û reşkirina berxwedana Rojava berde. Ev ne karekî kurdewarî ye. Ev şerekî neheq û dûrî exlaqê biratiyê ye. Gelê Rojava bi xwîna zarokên xwe ev statû avakiriye. Kobanê jî sembola berxwedanê ye. Bi hezaran keç û xortên Kurdistanê xwîna xwe li ser axa Kobanê rijandin. Pûçkirina vi gelî û belavkirina derewan û sorkirina hêzên tundrew li dijî wî, yekser tê wateya destekkirina teror û kuştinê. Li Rojava civakeke sivîl heye û mafê jin û hemû baweriyan diyar e. Li Rojava desthilatdariya malbat yan jî eşîrekê nîne. Li Rojava gel bi pereyên AKP, Qeter û Erebistana Siûdiyê nayê kirrîn û tûndrewkirin. Rojava dê şêweyê xwe yê demokrat biparêze û qet serê xwe li ber kampanya dijmin û dûvikên wî yên Kurd netewîne…