Li navendê di gelek milan de kurs hatine destpêkirin û komunên civakî hatine avakirin. Lê belê armanca yekem a navendê ew e ku ciwanan bi rastiya wan bide fêm kirin e. Ji bilî vê yekê tê armanckirin ku bi avakirina komunên tenduristî, jin, aborî û hwd. gel û ciwan bên agahdarkirin.  


Armanca navendê
Ciwana bi navê Ayfer Merter a ku li navendê di Komuna Jinên Ciwan de cih digire der barê navendê de nêrînên xwe anî ziman. Merter diyar kir ku daxwaza wan a herî sereke ew e ku ciwanan bidin perwerde kirin da ku ji bo civaka xwe bibib ferdeke bi feyde. Merter der barê pergala kapîtalîzmê da ku çawa li ser ciwanan çandeke nebaş ava dike de jî axivî û wiha got: “Ciwanên me niha ji ber polîtîkayên dewletê ketine dafika fihûş û tiryakê. Armanca me ew e ku em van ciwanan ji ber polîtîkayên dewletê rizgar bikin û rastiya wan bi wan bidin fêm kirin.”  

Komunên li navendê
Der barê komunên li navendê de jî Merter axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li navendê komunên tenduristî, civaknasî, aborî, jin û hwd. hene. Komûna Tenduristiyê li gund, navçe û kolanên Wanê digerin û welatiyan derman dikin. Her wiha hevalên me yên ku di komûnê de cih digirin bi zimanê dayikê xebatên xwe dimeşînin.” Der barê Komûna Jinê de jî Merter axivî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li vê herêmê jin nikarin vîna xwe bidin nîşandan. Bi vê avakirina komûnê me xwest ku jin bibin xwedî vîneke û xwe li ser piyan bigirin û wan ji malan rizgar bikin.”

JINHA /WAN