Piştî têkbirina peywîra nûnerê Neteweyên Yekbûyî Kofî  Annan niha li şûna wî dîplomatê Cezayırî El Exder El Ibrahîmî hate wezîfedarkirin. El Ibrahîmî derbarê peywirdarkirina xwe de got ku ew peywîreke gelekî zehmete û divê hemû alî bibin alîkar da ku ev peywir jî têk neçe. El Ibrahîmî di berdewamiya axaftina xwe ya ji BBC re got li Sûriye kuştin heye û divê pêşiya vê kuştinê bê girtin û em nikarin zêde tiştekî zêde bikin da ku pêşiya tundiyê bê girtin. Tenê heke alî b ime re bibin alîkar dibe ku ev hewldana me biser bikeve. Heta niha Sûriye, Îran û Rûsyayê piştgiriya xwe ji bo hewldana El Ibrahîmî kiriye. Lê aliyê din ê ku destekê dide muxalefeta çekdar yanî Tirkiye, Qeter û Siûdiyê hîna derbarê peywîrdarkirina El Ibrahîmî helwesteke zelal nedane. Wekî tê zanîn wan welatan û di serî de Siûdiya Erebistanê gotibû ku serkeftina Kofî Annan ji sedî 3 ye. Paşê j îçi ji destê wan hat ji bo şer gurtir bibe kirin û komên çekdar bi her awayî destek kirin.
Li gorî hin çavkaniyên siyasî wan welatên ku piştgiriya muxalefeta çekdar dikir hêviyên wan hebûn ku rejîma Esed bê rûxandin. Lewre jî di meha meha derbasbûyî de şerên herî giran li Sûriyeyê pêk hatin û bedelê herî giran jî xelkê Sûriyeyê dan. Di meha derbasbûyî de derdora 5 hezar insan hatin kuştin. Ku li gorî 17 mehên borî ên serhildana gelê Sûriyeyê de rêjeya herî bilinde. Li gorî raporên çalakvanên mafê mirovan di 17 mehan de derdora 20 hezar insan hatiye kuştin. 


Teqînên li Şamê 
Hate ragihandin ku li hemberî Serfermandariya Giştî ya li paytexta Sûriyeyê Şamê du êrîşên bombeyî pêk hatine. Ajansa SANA jî got ku di herdu êrişan 15 kes mirine.  Hate ragihandin ku li hemberî avahiyeke Serfermandariya Giştî ya li Qada Emevî ya li paytext Şamê ya Sûriyeyê êrîşa bombeyî pêk hatiye. Tugaya Ahfad-i Resul (Neviyên Pêxember) a girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê êrîş girt ser xwe. Piştî teqînên tund, dûman ji ser avahiyan bilind bû. Derbarê hejmara mirî û birîndaran de hê daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.
Ajansa fermî ya dewletê SANA jî diyar kir ku di êrişa li nêzî kampa Filistiniyan de 15 kes mirine.  Associated Press jî di nûçeya ku li ser agahiyên televîzyona Sûriyeyê girtiye de, da zanîn ku êrîş li hemberî avahiyeke vala ya 200 metre dûrî Serfermandariya Giştî pêk hatiye. Ajansê da zanîn ku di êrîşê de 4 leşker birîndar bûne.

ŞAM