Di merasîma bîranînê de dayika Uzun Asiye Uzun rondik barand. Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Şehmus Sefer axivî û got ku ev 7 sal in Uzun bi bîr tînin û got ku beriya bê merasîmê li Yaşar Kemal geriyaye û xwestiye li ser gora Uzun helbesta wî ya bi navê „Ji bo Hannayê helbest“ bixwîne. Sefer bilêv kir ku Kemal jî ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe aniyê ziman. Sefer piştre helbesta Kemal xwend.

Piştre xezurê Uzun, Celal Uzun axivî û diyar kir ku hevsera Mehmed Uzun Zozan Uzun ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nehatiye bîranînê lê ji bo her kesî slavên xwe şandiye. Celal Uzun anî ziman ku Mehmed Uzun her tim yekîtiya siyasetmedarên kurd dixwest û ev daxwaz niha gav bi gav bi pêk tê. Bijîşkê Uzun, Adem Avcikiran jî wiha axivî: „Di demên wî yên dawî de ez li cem wî bûm. mehmed miroveke gelek humanîst bû. 40 salên xwe ji bo wêjeya kurd da. Ez bawerim nivîskarên din jî dê pey şopa wî bimeşin û wêjeya kurdî pêş ve bibin.“


Ji Sêwedê peyam
Piştre birayê Uzun, Mahmud Uzun jî axivî û da zanîn ku wan beriya 3 salan li Swêdê weqfa Mehmed Uzun vekirine û di mehên pêş de dê li Amedê jî şaxa vê weqfê vebikin. Peyama ku ji aliyê Şaredarê Sundbyberg yê Swêdê Jonas Nygran hate şandin ji aliyê xezurê Uzun Celal Uzun ve hate xwendin.

Piştre jî Cîgirê Şaredarê Sêwregê Cuma Yilmaz axivî û got ku wan navê Uzun dane cadeyeke li Sêwregê. Yilmaz wiha got: „Li navçeya me kolaneke ku me navê Yilmaz Guney daye heye. Peykerê wî heye. Parka ku me navê Ahmet Arîf daye heye peykerê wî jî heye. Lê cihê Memhed Uzun ji bo me cuda ye.“ Piştre dost û hevalên Uzun axivîn bîranînên xwe parve kirin.

DÎHA/AMED