Girtî Mehmet Gok ê 62 salî ku li Hepsa Tîpa T a Tarsûsê ragirtî bû, di encama dilêşê de rehmet kir.
Biraziyê girtî Gok, Veysel Gok ragihand ku pêr bi şev, li qawîşa C-16 mamê wî Gok ji ber dilêşê rehmet kiriye. Gok ji sala 1995’an ve di hepsê de bû.
Cenazeyê Mehmet Gok ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê. Piştî karê otopsiyê cenazeyê Gok teslîmî malbatê kirin.
EDENE