Mehmet Şen û bavê min Vakkas Dalkiliç ji kengê ve hevdû nasdikirin nizanim; lê li salên pêşî yên 90’î li Dîlokê min ew pirr caran bi hev re dîtibû. Wê çaxê bêdengiyeke mîna dema beriya qelişîna axê hebû û dilên hinek bavan bi yên zarokên xwe pev re diavêt. Çavên wan bi hev re dibiriqî. Çav ji çavan, dil ji dilan fêhm dikir...

Mehmet Şen, ji bo xebata Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê li Dîlokê ketibû nava hewldanê. Mamoste Arîf Dîrîk jî di nava heman karî de bû. Ew herdu û Vakkas Dalkiliç bi hev re karê rêxistinî bi rêve dibirin. Wê çaxê li Dîlokê çalakbûna bi navê Kurd û Kurdistanê, mîna meşa di nava agir de bû. Di dawiya sala 1993’yan de li Tirkiyeyê amadekariya hilbijartinên herêmî dihate kirin. Mehmet Şen berendamê şaredariya bajarokê Ayranê yê girêdayî Bîracûka Rihayê, Vakkas Dalkiliç jî li navçeya Şehîdkamîla Dîlokê berendamê şaredariyê bû.
Ew di wan çaxên bi heyecan, lê bê deng, bi xem, bi tirs û bi hêrs de bi hev re bûn... Malbatên wan ji malbatbûnê derketî; bedenên wan bi hev re lê hişê her yekî li dereke pirr dûr bû.
Zarokên wan beriya bavên xwe gava pêşiyê avêtin. Belkî jî bi fikra ku xwe bi bavên xwe re jî bikin mertal, xwe avêtin pêş. Di salên 1992 û 93’yan de zarokên Mehmet Şen, Doğu (Rahman) û Firat (Soro) û zarokên Vakkas Dalkiliç, Fatîh (Mazlûm) û Emîne (Şîrîn) tevlî refên gerîlla bûn.
Bi hiş û bi dil bi rê ketin. Ma mirov dikane di nava êr de çend meh an çend salan bimîne? Ar di pêşiyê de bi dilan, di dawiyê de jî bi bedenan dikeve; xelasî jê nîne. Mazlûm di sala 1992’yan de li Amedê, Şîrîn di sala 1993’yan de li Çiyayê Engîzekê yê li Mereşê, Soro di sala 1997’an de li Dêrsimê û Rahman jî di sala 2001’ê de li Başûrê Kurdistanê şehîd ketin û tevlî refên cangoriyên Kurdistanê bûn...
Li sala 1994’an Cejna Newrozê li Dîlokê cara yekê bi girseyî hat pîrozkirin. Bi 3 hezar kesan ve salon hate dagirtin, lê 3 hezarî zêdetir jî li derve man. Êdî ar bi Dîlokê jî ketibû. Hinek bixwazin li derekê vemirînin jî, li dereke din geş dibû...
Çend roj piştî Newrozê, 26’ê Adara 1994’an Mehmet Şen li Belkisa (Nîzîp) Dîlokê ji qehwexaneya ku dida şixulandin hat revandin û çar roj şûnde jî cesedê wî yê îşkence lê hatî kirî li Dîlokê hate dîtin. Armanc bi hovîtiyê tirsandin bû. Lê bersiva vê yekê, jina wî mamoste Nuray Şen li ber nexweşxaneya Dîlokê li rûyê polîs û leşkeran bi qîrînî da; “qetil hûn in!..”
Li Ayranê di merasîma cenazeyê ya li ser tirba ku bi sedan leşkeran ve hatibû dorpêçkirin de xwenga Mehmet Şen bi dilşewatî digiriya. Nuray Şen li wê hêrs hat û bi tiliya xwe leşkerên Tirk nîşanî da û got; “Rabe, li pêşiya dijmin megirî, dijmin li me nede kenandin!” Ma ji mirinê wêdetir çi heye?..
Vakkas Dalkiliç barê hevalê xwe Mehmet û hevalên din giştan girt ser milê xwe û heta destpêka Nîsana 2011’ê bê rawestan meşiya. Heta ku dilê wî li Pirsûsê cara dawî hilpekî û li xweşxaneya Rihayê sekinî...
Di sala 2006’an de dema ez li Almanya ji ber sedemên polîtîk di zindanê de bûm, bi diya min re hatibû dîtina min. Li rojnameyê hevalekê ew bi gotina, “Ev bavê hevalê Sefkan e” daye naskirin. Wî jî bi şanaziyeke veşartî; “Ez bist sal beriya Sefkan şoreşger im; tu çawa min bi navê lawê min dide naskirin!” henekên xwe kiriye. Erê em zarokên şoreşgeran in!..
Û dîsa demsal bihar e. Lê çi heyf e, ev çend zeman e, bihar bi me Kurdan xedar e! Mehmet Şen,Vakkas Dalkiliç û zarokên wan; du bav, şeş heval û şeş şehîd... Bi gotina Nuray Şen a dilsoz; bîranîna her yekî/ê mîna topeke bi ar di dilê me de şûn girtiye. Mîna ku hên nû çûne, ewqas teze, ewqas dijwar...
 Tim di dilên me de ne...