Di nava helbest û peyvên helbestên Mehmûd Badilî de tişta herî seyr û baldar ya bala xwînêran dikişîne, ev belkî jî ev rist in: “Dema bêdengî min himbêz dike, /cîhanê tevî himbêz dikim”

CANO ŞAKIR

Li Rojavayê Kurdistanê diyardeya ku di nava geşta helbestvanan derdikeve pêş ew e ku hevokên kin û kêmbûna peyvan di nava ristin û hûnandina helbestê de hebin. Mehmûd Badilî yek ji wan helbestvanan e ku hunera xwe ya bixwebawer di nava helbestê de bi kar tîne. Di nava helbestên Mehmûd Badilî de hevokên wî ji peyvên bijartî sûdê werdigirin û peyvên ku pirr caran hatine bikaranîn, li ser dîwarê xwe dîsa Mehmûd Badilî bi hostetiya xwe lê dike.

Paul Eluard (1895- 1952) halo gotiye: Ji bo helbestê pêwîstiya me bi kêmhevokan heye, ji bo ev hemû pêk werin, hevok pêwîst in. Ji bo ku em bikarin vê bikin, pêwistî heye bi hostetiya hilbijartina peyvan a helbestvanan. Tenê peyvên ku karibin di nava helbestê de werin bikaranîn.

Dema em van gotinên Paul Eluard ê Fransî li ber çavan rave dikin, em dibînin ku di helbest û derbirînên helbestvanê Kurd Mehmûd Badilî de şêweyê derbirîna helbestê û zimanê helbestê li gorî van pêşniyazên wî ne û di nav helbesta Badilî de em bi rabihîstineke zelal û eşkere vê radibihîzin.

Helbestê xwe li deriyê min da

Ka Mehmûd Badilî nas bikin. Li gundê Hemê Xatê (Fêdat) ê bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê di 02´yê Sibata 1973´yan de ji dayik bûye. Wî xwendina xwe ya seretayî li gundê Şorê temam kir, dûvre ya navendî û diwanavendî li bajarê Til Temirê. Dûvre ew sala 1993´yan çû koleja perwerdeyî, li wir lîsans û dîploma beşê Psîkolojiyê li zanîngeha bajarê Şamê wergirt.

Ji despêka 1990´î ve Mehmûd Badilî  dest bi nivîsandina helbestê kiriye û ew bi xwe li ser vê yekê dibêje, “Helbestê xwe bi xwe li giyanê min girt, ku ew bi xwe li deriyê min nede, qet ez ê nikarim bi zorê wê birêsim.“

Ji sala 2002´yan ve li bajarê Hesekê didibstana derûnî de karê wî dest pê kir. Heta niha gelek berhemên wî yên helbestê çap bûne. Sala 2004´an Şêlûbêla Bêdengiyê, sala 2006´an Nexşên Dînîtiyê, û sala 2008´an jî Çemê Êvarê - ji weşanên dezgeha Semakurd ya çand û hunerê - derçûne.

Şêlûbêla peyvan li cem Badilî

Di nava helbest û peyvên helbestên Mehmûd Badilî de tişta herî seyr û baldar ya bala xwînêran dikişîne, ev belkî jî ev ristên li jêr in:

“Dema bêdengî min himbêz dike,

  cîhanê tevî himbêz dikim”

     (ji dîwana Şêlûbêla Bêdengiyê)

Gelo bêdengî çiqasî helbestê xweş dike û peyvan bilind?

Ma kesek heye ku li dengê bêdengiyê guhdarî dike?

Bêdengî di helbesta Mahmûd Badilî de di giyanê peyvê de dengvedanê dike û ji pencereyên bêdeng çirûsandin û tîrêjan bi ser odeya bêndeng de belav dike. Di helbestên Mehmûd Badilî de bêdengiya peyvan bablîsok û bahoz, barana hestan radike û rengê tarî di şevên kor de ronî dike.

Nexşên Dînîtiya wî

Li ser peyva neqşê û bikaranîna peyva dînîtiyê Mehmûd Badilî gotiye:

Ji bo mestiya dîwarên

ku di sîbera hêmayên nexşekirî de

diponijin...

Ji bo dînîtiya xweliyê.“

   (Ji dîwana Nexşên Dînîtiyê)

Bi nexşên dînîtiyê de heger em baş di wate û derbirîna hevokên Mehmûd Badilî de bighîjin, wê van gotinên Pablo Neruda bînin bîra xwe: “ya ku dike ez bizanim di sedsala bîstan de jî helbest wê nemire, ew e ku di her demê de mirina helbestê hatiye xwestin û sêdara wê hatiye danîn, lê helbestê temendirêjiya xwe û berdwamiya xwe daye nîşan û bi ser xwe ve hatiye.“

Heger em baş bala xwe bidin helbestên Mehmûd Badilî û neqşên ku wî li helbesta Kurdî zêde kirine, em ê van gotinên Pablo Neruda di nava helbestê Mehmûd Badilî de bibînin û ji helbestên wî fêr bibin. Mehmûd Badilî bi hunera xwe ya ji dewlemendiya peyv û hevokan, temen û berdewamiya helbesta Kurdî dirêj kiriye.

Helbesta li ser pêlên çemî

Ji Octavio Paz pirsîne ka helbest çi ye? Wî wiha li wan vegerandiye: “Danasîna helbestê metirsiyeke mezin e û pirr bi tirs e, di rastiyê de helbest nîne helbestvan hene.”

Lê gava em li aliyên din yên danasîna helbestê binêrin em ê vê gotina Octavio Paz beravajî bikin, bi gotineke din helbestvan nînin, lê helbest heye, Bi ya min herdu jî bê hev nabin.

Lê di nava pêlên helbestvaniya Mehmûd Badilî de helbestvaniya wî li ber pêlên har û xwişîna çemên êvarên wî avjeniyê dike. Mehmûd Badilî li ser van pêlan hest, raman, xeyal, xewn û hostetiya xwe bi tevna helbestvaniyê dihûne û digihîjîne ber qeraxên aram ên xwendevanên helbesta Kurdî.