Konsolosiya Filistînê li Hewlêrê, amadekariyan dike ku ji bo ku dîdareke wêjeyî ji bo bibîranîna şairê mezin ê Filistînî Mehmûd Derwêş saz bike. Dîdara Wêjeyî ya Mehmûd Derwêş li Hewlêrê dê bi beşdariya nivîskarên Filistîn û Kurdistanê bê lidarxistin.

Konsolos Nezmî Hizûrî ragihand ku di 20´ê Adarê de ew ê li Hewlêrê bi alîkariya Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Nivîskarên Kurd, dîdarekê li ser helbestvanê navdar ê Filistînî, Mehmûd Derwêş bi taybetî û herwiha Dewleta Filistînê de saz bikin.

 

HEWLÊR