Serokê Kantona Kobanê destnîşan kir ku, Serokomarê Iraqê berxwedana Kobanê bilind nirxand, herwiha ji bo heya niha Kobanê kariye berxwe bide dilxweşiya xwe anî ziman û got; “Serokomarê Iraqê Fûat Mehsûm got, DAIŞ ne tenê dijminê gelê Kurde, dijminê hemû gelê herêmê ye. Ew êşa ku niha xelkê Kobanê ji destê DAIŞ’ê dibîne, beriya wê jî gelê vir di dît. Gelê me yê Iraq û başûrê Kurdistanê di encama êrişên terorîstan de ziyanên mezin dîtine. Ji ber vê çendê pêwîste hemû cîhan alîkarî û piştgiriyê bide ku, DAIŞ’ê têk bibin.” Enwer Muslim da zanîn ku, Serokomarê Iraqê ji bo dahatoya Rojhilata Navîn, Iraq û Sûriyeyê got, divê ji bo aştî û demokrasiyê hevpeymaniyek bê biryar dayîn. ”
HEWLÊR-ROJNEWS