Bi nûnerên partiyan re dicive
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûn li Silêmaniyê li gel partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî dicive. Tê payîn ku di civînê de mijara êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de werin guftûgokirin. Civîna navbera serokomarê Iraqê û partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Hevseroka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir ji RojNewsê re ragihand ku wê tevgera wan jî tevlî civîna ligel serokomarê Iraqê ya li gel partiyên siyasî bibe. Li gor agahdariyan hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê beşdarî civîna li Şarê Ciwan bê lidarxistin bibin. Piştî bû serokomar, cara yekemîne Fûad Mehsûm wekî serokomarê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dike.
ROJ NEWS/SİLÊMANÎ