“Mehwî di Belgenameyên Osmanî û Destnivîsan de” pirtûkeke nû li ser helbestvanê Kurd ê klasîk Mehwî ye. Bijar Osman û Dîdar Osman karê komkirin û berhevkirina belge û destnivîsên li ser jiyana Mehwî kiriye.

Bijar Osman li ser pirtûka “Mehwî di Belgenameyên Osmanî û Destnivîsan de” dibêje, “Pirtûk lêkolîneke berfireh li ser helbestvan Mehwî ye ku em wî wek Mewlanayê Kurd dibînin. Em behsa dîrok û gelek aliyên veşartî yên jiyana Mehwî dikin ku di dema vekolîn û lêgerîna me de di nav belgeyên Osmanî de hatin bidestxistin. Herwiha em behsa têkiliya bihêz di navbera Mehwî û Siltanê Osmanî Ebdilhemîdê Duyem û pevguherîna nameyan di navbera wan de jî dikin.”

Mehwî safî kirin ji Mehwiyan

Bijar Osman herwiha dibêje, “Malbata Mehwî pirr hevkariya me kir û belge û destnivîsên Mehwî ji me re misoger kirin û me jî pirtûka xwe bi wan xemiland û dewlemend kir. Bi taybetî neviyê wî Hakim Soran Umer Mehwî.”

Di vê pirtûka nû de çend helbestên belavnekirî yên Mehwî jî hene.

Bijar Osman li ser meseleya hebûna navên dişibin ên Mehwî û hin kesên bi heman navî jî dike û li ser vê yekê dibêje, “Çend kes hebûn navê wan jî Mehwî bû yan navê wan nêzîkî navê Mehwî bû. Me ew jî lêkolîn kirin û di pirtûkê de me kesayetiyên hevawa ji Mehwî cuda kirin.”

Bijar Osman ê ku li Tirkiyeyê çû serdana gora Mehwî jî ji ber têkdan û guherîna dizayn û awayê gorê nerazî ye û vê bangê li rayedarên Başûrê Kurdistanê dike: “Ez daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û xemxwurên helbest û edebiyatê dikim ku kar ji bo nûjenkirina gor û xaneqa Mehwî bikin û li ser dîzayna kevn dîsa ava bikin.”

 

HEWLÊR