Endamê Parlementoya Fedaral a Iraqê Muhsîn Osman ê ji lîsteya YNK'ê hate hilbijartin pêşketinên li herêmê û li Kurdistanê ji me re nirxandin. Osman sala borî nirxand û got, "Kurdan li Kobanê û niha jî li bakurê welêt îspat kirin ku em dikarin dastanên lehengiyê tomar bikin û wisa jî beşdarî li nivîsandina dîroka mirovahiyê bikin." Têkildarî têlikiyên Kurdan ê navneteweyî de jî Osman ev tesbît kirin: "Kurd xwe navêjine tu hêzî û lavakariya alîkariyê nakin, ew hêzên serdest bi xwe hewcedarî bi Kurdan hene. Kurd tenê prensîbên xwe datînin û li ser wê bingehê bi wan re hevkarî dikin."

Têkildarî berxwedana li Bakurê Kurdistanê jî parlementerê YNK'ê Muhsîn Osman wiha got: "Gava aliyekî pirsgirêkê dialogê qebûl neke, hizrê qebûl neke, rûniştin û axaftinê qebûl neke, wê demê hêz dibe alternatîf. Dema ku derfeta çareserkirinê li meclîsan, li salonan û otêlan nebe, wê demê xendek derdikevine holê."

Osman têkildarî sala borî û rewşa heyî de pisên me bersivandin.  


Parlamenter Muhsin Osman sala 2015 an ji bo Kurdan çawa dibîne û dinirxîne?

Sala 2015 an jî ji bo Kurdan saleke pir girîng bû. Saleke tijî trajedî û gelek xwîn hate rijandin. Ji aliyê can û mal ve me gelek xisar dîtin, lê dîsa jî Kurdan hem bi berxwedana Kobanê û Kerkûkê û hem jî di hilbijartinên 1'ê Hezîranê de û wisa jî di ya duyê de jî gihiştin qonaxeke serkeftî ya ji hêla moralî ve. Ji hêla dîplomasiya navdewletî ve Kurd gelek bi pêş ketin. Serdanên siyasî û dîplomatên Kurd yên ji bo Fransa, Belçîka, Rusya û gelek deverên din yên cîhanê di qada navneteweyî de dengvedaneke girîng derxist holê. Ji ber hindê mirov dikare bêje ku sala 2015 an ji hêla siyasî û dîplomasiyê ve destpêka serkeftina Bihara Kurdî ye.


Tabloyeke çawa derket holê? Herî zêde çi di bîr û hişê te de ma?

Li gel medya û çapaniya dinê ku cihên berfireh dan doza Kurdan û ya herî zêde di hişê min de mayî; ew cilûbergên şervanên Kurd ku bûn model li gelek deverên Ewropa û wisa jî li cîhanê. Çîrokên jiyan û lehengiya egîdên me bûn naverok û bingeha fîlman di sînemaya cîhanê de. Kesên wek rojnameger Josef Wagner ku bi sernîvsa Kurdên Xoşewîst gotar belav kir, wisa jî liberxwedan û serkeftina Kobanê rê ji me re vekir ku dostên me li dinyayê pirtir bibin û rûmeta me ya neteweyî jî zêdetir bibe. Êdî pirsgirêka Kurd ji nav çarçoveya lokalî derket û her diçe dibe pirsgirêkeke cîhanî. Niha gava em lê dinêrin du dewletên mezin yên cîhanî Amerîka û Rusya wisa jî li gel hevpeymanên xwe ve hewla dostaniya bi Kurdan re didin û di gelek waran de jî hevkariyê bi Kurdan re dikin. Di dîroka Kurdan de çu car ev qonax nehatiye jiyîn. Herwisa hatina DAÎŞ ê her çiqas bû sedema gelek xisaret û me gelek can wenda kirin jî, li aliyê din gelek aliyên rastiya me jî derxistin holê. Yek ji wan yên sereke jî rewşa Başûr ku nekarî çend saetek jî xwe li ber êrîşan bigire û derxist holê ku bingeha liberxwedanê ya esasî li Rojava ye wisa jî ew bi hişmendiya şoreşa bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye. Niha li bakurê Kurdistanê li dijî hovîtiya Tirkan gelek bajar û navçeyên me vegeriyane Rojava û Kobanê. Niha şoreş ji çiyan nişîv bûye ketiye nav bajaran, ev di dîroka gelan de qonaxên gelek girîng in. Gava gelekî bi jin, zarok, gênc, kal û pîran ve rabe serhildanê helbet ev girseya sivîl dibe armanca tîrên barbaran, lê li aliyê din cîhana pêşverû li gel tevahiya astengan jî nikare bi demdirêjî bêdeng bimîne. Dinya êdî nikare wek temaşevan li şerê di nav bajarên Kurdan de binêre. Belkî wek nakokî bê dîtin lê niha hêviya min ev e ku li Rojhelatê welêt jî ji bo me DAÎŞ ek peyda bibe û ew jî dê bibe destpêka bihareke Kurdî ya li wî parçeyê jî. Ev jî dê rê li ber parçeyên federal û konfederal veke, wisa jî dê welatekî Kurd yê azad derkeve holê.


Lê gelê me gelek qurbanî dide, karesatên nedîtî tên himatê.

Mixabin wisa ye. Lê divêt gelê me yê berxwedêr bênfireh be. Divêt em li dijî hovîtiya rejîma Tirk û ya dîktator Erdogan bi bênfirehî li ber xwe bidin. Gava em dinêrin li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî li Rojhelata Navîn berxwedan û serhildanên gelan pirtir bi trajedya emcam dane. Ew çanda bi rêya dîplomasî û nivîskî çareserkirina pirsgirêkan nemaze li Rojhelata Navîn çênebûye. Wisa jî çeka di destê gelê me de çeka liberxwedanê ye, çeka yekîtî û îtîfaqê ye. Gotara me ya îro li cîhanê deng vedide û dê misoger encameke erênî jî bi xwe re bîne. Li Bakur hinde caran agirbest hatin ragihandin, çend sal fersenda prosesa aştiyê hate dayîn, lê dijminê me em neçarê şer û liberxwedanê kirîn. Kurdan li Kobanê û niha jî li bakurê welêt îspat kirin ku em dikarin dastanên lehengiyê tomar bikin û wisa jî beşdarî li nivîsandina dîroka mirovahiyê bikin.


Gelek caran  Kurd her hatin xapandin û ango bûn amûrên kirîn û firotina têkiliyên kirêt. Li gorî te niha misogeriyke navneteweyî heye?

Rast e, di serdema peymanên Lozan, Sevr, Komara Mahabad û herwisa li Başûr jî gelek caran ev lîstik bi serê Kurdan de hatin. Îro rewşa dinyayê hatiye gihertin, dinya bûye gundekî. Bi rêka teknolojiyê herkes ji her plan û geşedanan agahdar dibe. Ya ji vê jî girîngtir gelê me zana û hişyar e, rêbertiya nûjen ya ku di bin serpereştiya şoreşa Bakur de li dar e, gelekî cihê afirandiye. Derfetên gelek mezin derketine holê, li her aliyê cîhanê Kurd bi rêya xwpêşandan, xebatên dîplomatîk û yên siyasî li ser piyan in. Kurd xwe navêjine tu hêzî û lavakariya alîkariyê nakin, ew hêzên serdest bi xwe hewcedarî bi Kurdan hene. Kurd tenê prensîbên xwe datînin û li ser wê bingehê bi wan re hevkarî dikin.


Ev têgîna Biharê ji ku tê? Bi rastî jî mirov dikare behsa Bihareke Erebî bike?

Cara yekê li Fransa di sala 1848 an de ev têgiha Bihara Gelan hate navandin. Piştre li gelek welatên ku daxwaza serxwebûn û azadiyê hatine kirin yên wek Yugoslavya, Bosna Herseg, Komara Çekî liberxwedanên bi çek û bêçek hatin lidarxistin. Li Îranê wek bihara rengerang, li Ukraîne bihara porteqalî wisa jî li nav welatên Erebî jî ev têgih belav bû. Mirov dikare Rojava û Kobanê jî wek bihara leheng û egîdan bi nav bike.


Di parastina bajar û navçeyên Kurdistanê de peyva xendekê derket pêş. Gava tu jî ev peyv dibihîzî çi hest û raman li cem te peyda dibin?

Gava aliyekî pirsgirêkê dialogê qebûl neke, hizrê qebûl neke, rûniştin û axaftinê qebûl neke, wê demê hêz dibe alternatîf. Dema ku derfeta çareserkirinê li meclîsan, li salonan û otêlan nebe, wê demê xendek derdikevine holê. Mixabin rêveberên Tirk ji dîrokê pendan wernagirin.  Niha Erdogan û rejîma Tirk ji bilî xwînrijandinê ti riyên din qebûl nakin. Kurd jî neçar in ji bo xweparastinê xendekan li pêş dijminên xwe bikolin û her cûre rêbazên xweparastinê jî ji bo gelê me meşrû û rewa ye.

Îhtimala serkeftina Erdogan a di vî şerê qirêj de heye gelo? Ew dibêje ezê tevahiya wan tune bikim.

Gelê Kurd bi ser ketiye, ji vê guman û şik nîne. Di şer de li Kobanê, li Kerkûk û niha jî li Bakur ev serkeftin li pêş çavê cîhanê ye. Ya din jî hêla dîplomasiyê ye ku Kurd di qonaxeke serketî de ne. Gava Rusya di asteke bilind de pêşwaziya birêz Demîrtaş dike, şandeyên HDP û yên PYD ê li cîhanê bi fermî tên vexwendin, ev dide nîşan ku têkbirina Kurdan ne pêkan e.  


Erdogan bi awayekî vekirî amaje bi reîma Hîtler kir û diyar kir ku ew jî pergaleke mîna ya Hîtler ku ûnîter û serokdewletî bû dixwaze. Li gorî te ev hişmendî îşareta çi ye?

Erdogan wek fîgureke feodalî ya teng pêşî ji bo malbata xwe ji bo keç û kurên xwe kar dike. Ji dizî û gendeliyê bigir heta bi gelek karên kirêt ve radibe û vana destpêkê ji bo malbata xwe terxan dike. Nexweşîneke dijwar a dîktatoriyê li nik Erdogan heye, lê ev bi awayekî feodalî û olî derdikeve pêş. Mirovên piçûk xewnên mezin dibînin; Erdogan dixwaze bibe sultan, belkî Selîm, belkî Fatîh di xewna wî de bin, lê ev dinyaya îro rê nade ku sultanek wisa çêbibe. Ew ne dikare bibe Hîtler û ne jî kapasîteya Hîtler jî pê re heye. Erdogan wek hevalên terora olî ya ku îro DAÎŞ serkêşiya wê dike, lê dil û mêjiyê Erdogan ji alaya DAÎŞ ê jî reş û tarîtir e. Suidî ku cihê jidayîkbûna terorê ye hevalê Erdogan e, tevahiya kan û navendên terora olî bi wî ve di nav têkiliyê de ne.


Akademîsyenan belovek belav kirin û gotin; em şer naxwazin bûn hedefa AKP'ê. Hûn vê mijarê çawa dibînin?

Ji bo Erdogan ev sanahî ye. Dil û mêjî reş e, ew mirovên ronahî qebûl nake, kesên modern û zana qebûl nake. Mirovên mirovdost qebûl nake; lewre Erdogan di bingehê bêneweriya xwe de nebûye mirov. Ji bilî şerê man û nemanê ti rêyekê li ber Erdogan nemaye, ji ber hindê nefret ji ronahî û ronakbîran dike. Ez bi rêya rojnameya we wan akademîsyen, nivîskar, hunermend çi Kurd, çi Tirk û yên navneteyî silav dikim. Gaveke pîroz û nimûne ye ji bo tevahiya mirovahiyê.


Wek parlamenterekî Kurd di parlamena Iraqê de û wisa jî wek YNK ê derbarê şerê azadiyê yê li bakurê welêt de we çi proje hene?

Em wek endamên fraksiyona YNK ê li gel hevalên Amedê û yên Bakur di nav têkiliyê de ne. Me şandeyekê amade kiriye, emê serdana bakurê Kurdistanê bi taybetî ya Amedê bikin. Emê li dijî terora dewleta Tirk ya li ser gelê me beşdarî liberxwedana pîroz ya gelê me bibin. Em dixwazin dengê gelê xwe veguzînine parlamena Başûr û wisa jî ya Bexdayê. Emê hewlbidin ku ev barbariya dewleta Tirk di medya cîhana erebî de jî bê rojevê.

Ez bawer im ji nav gotinên hemû şşoreşger û fîlozofên cîhanî gava ez di ber çavan re derbas dikim ji bilî gotina Mazlum Dogan ya gotî: Berxwedan jiyan e. pê ve ti peyam ji birînên me re nabe derman û li bejna berxwedana gelê me ya pîroz jî nayê.



YEKO ARDIL/
BERLÎN