
CÎHAN HEWRAMÎ / ROJNEWS /HELEBCE
Nivîskar Hesen Cûdî pêr çapa çaran a pirtûka xwe “Mejûyeke ji Agir” li Pirtûkxaneya Hejar Mukriyanî bi semînerekê da nasîn û li wir pirtûkên xwe ji bo xwendevanan îmze kirin.
Di semînerê de Hesen Cûdî da zanîn ku pirtûka wî ya bi navê “Mejûyeke ji Agir” ji heft beşan pêk tê û got: “Li Başûrê Kurdistanê ji bo reşkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hewldaneke taybet heye, û yek ji armancên sereke yên çapkirina vê pirtûkê jî ew e ku pêşiya vê reşkirinê bigire. Ew reşkirin bi şêweyekî sîstematîk ji aliyê her du hizbên desthilat û hindek îslamîstên siyasî ve bi nivîskî, gotegot, xutbe û daxuyaniyên taybet dijî PKK’ê tên kirin.”
PKK dibe bersiv
Hesen Cûdî derbarê naveroka pirtûkê de jî ev agahî dan: “Di beşeke vê pirtûkê de qala şêweyê derketina PKK’ê dike. Li ser kîjan bingehî, armanc û fikrê ava bûye, vedibêje. Beşeke din jî taybet li ser sira serketina PKK’ê ye. PKK di demeke wiha de ku şoreşa gelê me ya herî mezin li Başûrê Kurdistanê ya bi navê Şoreşa Îlonê ‘aş betal’ dibe, derdive meydanê. Mirov dikare bibêje PKK dibe bersivek ji bo vê yekê.”
Divê dijmin û dost partiyê binasin
Hesen Cûdî îşaret bi naskirina rast a PKK´ê kir û wiha axivî: “Gelek dijminên PKK’ê hene û bi komployeke navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan ku 35 welatên cîhanê tê de cih girtin, vê rastiyê derdixe holê. Ji bo wê jî heta niha gelek pirtûk û lêkolîn li ser vê partiyê hatine çapkirin, lê tê de gelek rastî û heqîqet nehatine gotin. Divê dijmin û dostên PKK’ê rastî û duristiya vê partiyê binasin. Di beşeke pirtûkê de bi berfirehî li ser vê hatiye axaftin.”