Pêşangeh di mekana tarîxî Haus an der Reoute de 14´ê Tebaxê dest pê kir û heta 4´ê Îlonê ji zîyaretan re vekirî be. Sedan welatî heta niha tevlî pêşangehê bûn.
Yek jî hunermendê pêşangeha ku bi mijara “Dagirkirina mekanê” hatî vekirin, hunermeda Kurd Sibel Akkulak e. Sibel Akkulak bi vîdeoya ku hewldana penaberên Kurd a xwe bicihkirina mekanêke, vedibêje di pêşangehê de cihê xwe girt. Beşdarên pêşangehê vîdeoyên Akkulak ku bi 6 penaberên Kurd re çêkiriye, dikarin cihekî taybet ya mekana pêşangahê de vîdeoyê temaşe bikin.
Sibel Akkulak a ku li zaningeha Bonnê perwerde dibe, li gel hunernmendiya xwe ji bo penaberan jî li hin saziyan kar dike. Hunermenda Kurd Sibel Akkulak ji bo pêşangeh û hunera xwe wiha peyivî: “Ez bi videoya xwe ya bi 6 ciwanan re çêkirî, tevlî pêşangehê bûm. Ji ber ciwanan ji welatekî din tên û dixwazin welatekî ku niha lê ne, bi cîh bibin. Lêgerîna mekanê ya ciwananan bi mêrgê min vegot. Ji ber mêrg mekanê tîne bîra mirov û dide xuyakirin ku vedîtina mekanekî ne tiştek stabîl e.”
BONN