Kela Zêrzewanê ya li navçeya Amedê Çinarê, di nîve rêka di navbera Amîda kevnar û Daraya antîk de, di rastiya xwe de qijleyeke mezin a sersînor a Romayî ye. Beriya çendekê li vî mekanî bermahiyên perestgeheke serdema Romayiyan jî hatin dîtin.

Ev qijleya hanê li ser 6 hektar erd ê li ser girekî 124 metroyan bilind hatiye avakirin. Li dora wê sûrekî kîlometreyek û 200 metroyî dirêj û 15 metroyan jî bilind hebûye. Dêreke wê û birca wê ya 21 metroyan bilind jî. Li vê qijleyê kewar, avahiyîn îdarî, xanî, depoyên sîlehan, perestgehên binerd, qebristan, cokên avê û sarinc hebûne. Aliyekî balkêş ê vê qijleyê ew e ku bermahiyên perestgehê tevî nîşanên kulta Mîtra ya di nav eskerên Romayê de hingî belav jî hatine dîtin.

Li Kela Zêrzewanê bi qasî li ser erdê li bin erdê ye jî: rêyeke 3 hezar salî ya binerd, stargeheke ji bo 400 kesî ya binerd, dêreke binerd û perestgeha Mîtra a binerd.

Bi cihê xwe ji Kela Zêrzewan tevahiya deşta di navbera Mêrdîn û Amedê de dikarî bê kontrolkirin. Ev der her wiha bûye mekanê muharebeyên mezin di navbera Romayî û Sasaniyan de. Avahiyên destpêkê li vir 3 hezarsalan kevin jî bin heta serdema Anastasios I (491-518) û Justinianos I (527-565) jî ev qijle û sûrên wê hatine lêkirin û restorekirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN