Costa di pirtûkê de li dawiya lêkolîneke 15 mehan rave dike ka ji bo çi medya civakî ya li alemê vekirî ji jiyana malê û civakî ya rastî muhafezekartir e. Costa îşaret pê dike ku ji bo rewş û hestên mehremiyetê jî di medya civakî de mekanên nû tên afirandin ji bo hevaltî, evîn û heta romatîzmê bi xwe jî. 

Costa wekî din dibêje, di medya civakî de beyanên li ser mijarî gelekî zêde di çarçoveyeke teng a siyasî de û gelek caran ji çarçoveya giştî qut in û gelekî zêde hatine civakîkirin.

Ne bi tenê ev pirtûk, di encama lêkolînên bi heman rengî li 15 welatan, ya derketî holê ew e ku medya civakî ne bi tenê ragihandin e, lê belê mekaneke ku “em” êdî lê dijîn. Pirtûka bi serenavê “Social Media in Southeasthern Turkey” wê sibata 2016´an were belavkirin. PDF´a pirtûkê wê li ser înternetê bi awayekî bêheq were weşandin.  


 FRANKFURT