Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan mekanîzmaya çarmixa ku Kurd lê hatine xistin, bi vî awayî şîrove dike: “Netewedewletên serdest li ser nirxên çanda manewî û madî yên gelê Kurd mekanîzmayeke çarmixkirinê çêkiriye. Di serî de nirxên gelê Kurd ên bi kedê hatine bidestxistin, bi tevahî nirxên civakî yên gelê Kurd ên civiyayî, çavkaniyên binerd û sererd bi awayekî aşkera talan dike, yên mayî jî ji îmhayê re dihêlin, bê kêr dikin, didizin, dikin ku kirêt bibe li rûyê wan neyê nêrîn û pê re jiyan nebe. Hiştine ku bi tenê rêyek li pêşiya kesên Kurd be: Di nav netewedewletê de bihele, bi tevahî ji nirxên xwe yên bingehîn biqete! Ji bilî vê rêya jiyanê nîn e. Qirkirina çanda Kurdî ya car caran digihîje heta qirkirina fîzîkî jî belkî di serê wan de mînakên herî trajîk û bitesîr de ya ku rastiya modernîteya kapîtalîst bi her awayî aşkera nîşan dide.”


Rêbazên qirkirinê

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya 5’emîn a ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk’ de dibêje ku “Netewedewletên serdest li ser nirxên çanda manewî û madî yên gelê Kurd mekanîzmayeke çarmixkirinê çêkiriye” û vê yekê wiha dinirxîne: “Qirkirin wek dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fîzîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fîzîkî bi giştî bi çanda elît a serdest ango li gorî çanda netewedewletê bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê jenosîdên ji bo çand û gelê cihû ye. Tevahiya dîrokê cihû hem di qada madî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bihêz pêk anîn û ji ber vê, li hewldanên tunekirin û derbên fîzîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, tim û tim qirkirinên wek pogrom tên binavkirin bi serê wan de hatin. Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne û zêdetir çanda netewedewletê û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tên ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya wek mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê netewedewletê û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom tên hêran û bi vî awayî hewl didin wan tune bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fîzîkî bêhtir bi êş e. Encamên rê li ber vedike ji ya fîzîkî zêdetir bi felaket in; ji bo gel felaketa herî mezin e.  Modernîteya kapîtalîst wexta kara herî zêde bi dest dixe, êşa esas a tevahiya gelan, çînên bindest û karkeran bi mêtina nirxên wan ên madî nade kişandin ji ber ku bi tevahî nirxên wan ên çandî li çarmixê dixe, êşeke kûr bi wan dide kişandin. Ji bilî çanda fermî ya netewedewletê, rastiya tevahiya nirxên çandî û madî yên din candayîna di çarmixê de ye. Jixwe wekî din, nabe ku mirovatî û hawirdora ekolojîk bike çavkanî û biqedînin.”