
Encamnameya komcivîna ‘Jin û Parastin’ê ya li Kobanî hate lidarxistin bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin û biryarên girîng ji bo xweparastina jinan hate girtin. Di encamnameyê de ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar werê avakirin dê dest bi xebatan were kirin, her wiha di nava QSD`ê de jin xwe birêxistin bike û Akademiyên Parastina Cewherî werin zêdekirin.
Komcivîna bi dirûşemeya “Hêza jin a azad misogeriya civaka azad e” hate lidarxistin. 160 delegeyên ku nûnertiya 16 hêzên leşkerî yên jinan dikin tevlî bûn. Hinek sazî jî weke mêvan beşdar bûn. Komcivîn 2 rojan berdewam kir û di komcivînê de mijarên girîng hatin nirxandin.
Daxuyaniya hevbeş
Hemû hêzên beşdarî komcivînê bûne doh bi alên xwe ve ji Girê Meştenûr heta cihê ku Arîn Mîrak lê şehîd bû meşiyan û daxuyaniya encamnameya komciînê li vir hate xwendin.
Daxuyanî bi Kurdî ji aliyê Fermandara YPJ`ê Dicle Qamişlo ve û bi zimanê Erebî ji aliyê fermandara QSD`ê Roj Ereb ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar werê avakirin divê xebat were destpêkirin, her wiha di nava artêşa Federasyona Demokratik a Bakurê Sûriêyê QSD`ê de rêxistinkirina xweser giranî were dayîn, rêxistinbûyîna parastina jin ya Reqa, Minbic, Şehba û Derazorê werin bihêzkirin û pêşxistin.
Jina azad, civaka azad
Di destpêka daxuyaniyê derbarê hêzên ku beşdarî komcivînê bibûn agahî wiha hat dayîn: “Komcivîna me di dîroka navbera 2-3 Nîsanê de bi duruşmaya ‘heza jin ya azad mîsogeriya civaka azad’e’, bi tevlîbûyina 160 delegeyên ji YPJ, YJA-Star, YJŞ,-YPS-Jin, QSD, Hêza Jin ya Bet-Nahrîn, MLKP-KKÖ, TKPML-TİKKO, Hêza Parastina Jin a Şehba, Meclîsa Leşkerî ya Minbic, Meclîsa Reqqa, Parastina Jin, Yekîneyên Antî Teror(YAT), KBD-Hêza Asayişa Jin, Hêzên Antî Teror (HAT), hatiya lidarxistin. Kongra-Star û Rêveberiya Xweser jî wek mêvan beşdar bûne. Her wiha ji derve da jî Berpirsiyarê Peşmergeyê Jin yê YNK, Meclîsa Bilind ya Amazix, Berpirsiyarê Peşmergê Komalên û Demokrat jî tevlîbûyina wan bi awayekî pêk hat.”
III. Şerê Cîhanê diqewime
Di berdewamiya daxuyaniyê de derbare şerê cîhanê yê sêyemîn ku li herêma Rojhilata Navîn diqewimê û jin dê çawa parastina xwe ya cewherî bike ev tişt hat gotin: ʺBi spartina hişmendiya desthiladariya zilam ve hêzên hegemon yên navnetewî, hêzên paşverû yê heremê di kesayeta jin da bi giştî li hember civakê şerekî her alî de hevgirtî dimeşînê. Li hember van êrişan erka me ya mirovahî ya herî bingehîn parastina civakê, jinê, çandê, axê û dîrokê ye. Ev sedema me ya jiyanê ye.ʺ
Asta parastina cewherî
Li hemberî polîtîka înkar û imhayê ya sîstema desthilatdar têkoşîna jin û parastina cewherî yek ji xalên girîng ên daxuyaniyê ye û di mijara asta rêxistinkirina jin a parastina cewherî wiha hat gotin: ʺPolîtîkaya înkar û imha ya li hemberê gele Kurd daimî bû ye û li hember Sûryanî, Ermenî, Çerkez, Turkmen û tevahî gel û beşên şoreşger demokratik re jî qirkirina çandî û fizîkî hatiya peşxistin. Îro bi saya her hêzên ku eniya xweda têkoşîn û berxwedanî bi berfirehî peşxistiye em hatine merheleyekî girîng. Di serîda çar parçeyên Kurdîstan de û berfirehiya Rojhilata Navîn de vîn û rêxistinbûna parastina cewherî di astekî girîng de derketiye holê. Li hember faşîzma tarî û kesk eniya berxwedana gelan mezin bûye û bûye hêza têkoşîna bi rêxistinkirî. Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna azadî û demokrasiye da wek hêza herî dînamîk herî bi rêxistinkirî bûye hêza pêşeng. Li derdora wê rêxistin û hêza parastina jin avabûye, her ku çuye peşketî ye bi hêz bûye û civakî bû ye.ʺ
Çareserî hîh zêde hevparbûn e
Di berdewamiya daxuyaniyê de encamên ku di komcivînê de derketine wiha ne: ʺDi bingeha jina azad û demokratik pêşxistinê de, xebatên parastina rewa û parastina cewherî bi feraseta ku di cîhanê de, wê ji bo hemû jinên hatine bindestkirin bibe rêka rizgarkirinê, herwiha bi armanca hîn zêde hevparbûn û ezmûnê xwe parvekirine re komcivina jin û parastinê kû kombû ye, astek girîng yê nîqaş û biryardariyek xurt derxistiye holê.
Bizane , xwe biparêze!
Biryarên di Komcivîna Jin û Parastin de hatine standin jî bi van xalan hatin rêz kirin:
1- Di serî de xeta berxwedana dîrokî ya ku Rêber Apo li girtîgeha Îmrali pêşxistiye û dîsa li tevahî girtîgehên ku li Tirkiyeyê hember faşîzmê çalakiyên greva birçîbûnê dane destpêkirin em slav dikin. Ji bo azadiya Rêber Apo û tevahî girtiyên siyasî têkoşînek radîkal û dayîmî em esas digrin.
2- Li hember hêza faşist, milîtarîst ya paşverû hegemonîk ku bi xwe lutkeya hişmendîya zilam îfade dikê, feraseta parastina rewa ya jin rêxistinbûyina wê û biryardariya wê pêşxistinê esas digrin. Di vê bingehê de ji bo mekanîzmeyake parastina jin ya hevpar wer avakirin, xebata rêxistinkirinê girtina rojevê û gavên şênber avêtin.
3- Li kuderê û li hember kîjan jinê êrişeke ku pêk bê, bi nasnekirina sînorên ku zilam û dewlet jin re datîne, di cihê pewîst de mafê parastina rewa heta dawî bikaranîn û beramber van rêxitinbûyina parastina hevpar pêşxistin û ev daîmîkirin.
4- Di bingeha rêgeza xwe BIZANE, XWE BIPAREZE tevahî jinan re zanabûna parastina cewherî û rêxistinbûyina wê dayîn, her wiha div ê bingehe de di binesaziya xweseriya her rêxistinê de akademiyên parastina cewherî zêdekirin û xebatên perwerdê di vê bingehê de rêxistinkirin û pêşxistin.
5- Di qada parastina rewa û parastina cewherî de destkeftiyên ku jin bi destxistiye hevparkirin, ji bo parvekirina tecrûbeyan zemîn û rêxistinbûyinên hevpar pêşxistin
6- Di nava artêş, federasyona demokratik a bakurê Sûriyeyê QSD de rêxistinkirina xweser re giranî dayîn, rêxistinbûyina parastina jin ya Reqa, Minbic, Şehba û Dêrezorê pêşxistin û bi hêzkirin.
7- Pêngava Reqa û Tebqa ya ku hatiye destpêkirin bi taybet ji bo jinên êzidî, ereb û tirkmen yê destê DAIŞ de ne ji bo rizgarkirina wan xurt tevlî pêngavê bûyîn
8- Ji bo feraseta xweparastinê ya jinê û parastina rewa hîn zêde were bihêzkirin, xebatên bi vî awayî di asta navneteweyî de pêşxistin. Her wiha li her derê cîhanê jinên ku li ber xwe didin xwe diparêzin re li ser têkiliyên ku daîmî bibe piştgiriyeke hevpar pêşxistin.”
KOBANÊ