Dadgeha Hewlêrê Mela Mezher Xoresanî ceza nekir. Bi sedema “Heqaret li jinan kiriye” doz li Mela Mezher Xorasanî hatibû vekirin. Pişt ku li dadgeha îro ceza li Mela Mezher nehat birrîn, jinan jî diyar kirin ku wê careke din giliyê wî bikin.
Darizandina ji bo Mela Mezher Xorasanî doh li Hewlêrê pêk hat. Li ber dadgehê qerebalixiyeke mezin hebû. Jinan nerazbûna xwe nîşan dan ji ber biryara dadgehê û dan zanîn ku ew ê dîsa giliyê wî bikin. Ji bo îtirazê sê roj dem hate dayîn.
Yek ji wan jinên ku li dijî Mela Mezher Xoresanî gilî kirî, ji dezgehên ragihandinê re got; “Em ê îttîrazî biryara dadgehê bikin. Di heman demê de Mezher Xoresanî li ber dadgehê çalakvanên jin weke ‘derewker’ bi nav kir. Lewma em ê giliyekî din li ser tomar bikin.”
Mela Mezher çi gotibû?
Mela Mezher Xoresanî xwediyê Siruşte Tv ye û beriya niha di qenala xwe de heqaret li jinên Kurd kiribû û gotibû “Jinên Kurd dînazor in.”
Li ser vê yekê rêxistinên jinan nerazîbûn nîşan dabûn. Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî biryara girtina qenala Siruşt dabû. Lê piştî demekê ev biryar ji aliyê heman wezaretê ve hatibû betalkirin.
ROJNEWS/HEWLÊR