Mela Şêxmûs bi bêhnefişkê deriyê kafeteriyê vekir, awirên xwe li nav mirovên rûniştî gerandin û bêyî ku silavê li kesî bike û an destûrê ji kesî bixwaze bi dengekî bilind bangkir. 

-Gelî siyasetmedar û zaneyên meyxane û çayxane, park û ber bedenan. Ez ê ji we re çend gotinên tehl û şîrîn bêjim. Li min guhdar bikin, zane û siyasetmedarên têkçûyî, yên ku xwe dispêrin xebata aştiyane û tiştekî jî nakin. Şoreşger şer dikin, hûn wan bi şerxwaziyê tawanbar dikin. Şer disekinînin û aştiyê dixwazin, hûn wan tirsonek dibînin. Ev peyvên qelew, qure û bêwate ne. 

Min tahliya şerbeta şer bi devê bapîrê xwe vexwar. 

Bi keziyên dapîra xwe, min stêr ji asîman anîne xwar. 

Kulîlka bêhnxweş pêşkêşî delala xwe kir û hêza şoreşgeran pê xurtir kir. 

Min xort rakirin govendê. Keç kirin şervan. 

Min azadî nedîtiye. Xweşiya wê ji bindestiyê naskiriye. 

Ez axîn û feryad im. Dengê berxwedanê li ser baskên stêran ez firandim. 

Pir cejnên serkeftinên gelan, di çavên min de kenîn, lê ez girîm. 

Pir caran legleg ji germiyanan vegeriyan û çêlik firandin, lê ez ji hêlînê ketim. 

Min pir mal guhaztin û gelek jî bi cih hiştin. 

Her neyar ez birçî û bê war hiştim. 

Min carnan gerdena dildara xwe alêst. 

Carnan di çavên wê de bûm pêt. 

Carnan jî destê wê digirim û diçim armancê. 

Bi lêvên ji gezoyê şêrîntir li rûyê wê datînim maçê. 

Di vê rê de min pir tişt bikaranîn û bi hinan leyîstim. 

Min pir peyvên nexweş ji dostxuyayên neyar bihîstin. 

Û we jî di meyxane û çayxanan de porên xwe spî kirin. 

We peyv bi siyastê hunandin û siyaset nekir. 

Ez im mela yê deyndar, xwedî doz û evîndar. 

Mela Şêxmûs serê xwe bilind kir û bêdeng li ser kursiyekî rûnişt. Mîna aveke sar bi ser serê herkesî de birijîne çit ji kesî derneket. Piştî bêdengiyeke kurt, Kek Amed “şoreşgerê kevn, zaneyê civatan” bi ken li mela Şêxmûs nêrî û got. 

-Em li te guhdar dikin, lê tu silav jî li me nakî. 

Mela Şêxmûs, awirên xwe yên melûl li nav mirovên rûniştî carake din gerandin û got. 

-Silavên min li yên ku hêjayî silavê ne. 

-Yanî tu ji me re dibêjî, hûn ne hêjayî silavê ne? 

-Silav li kesên ku tiştekî nakin, tenê dipeyîvin nabe. 

-Tu çima li wir bi tenê rûniştî, seyda? Were vir li gel me rûne. 

Kek Amed bi aramî pirsî. Lê mela Şêxmûs bi hêrs bersiva wî da. 

-Ez tenê li gel yên ku hêjayî silavêne rûdinim. Ew dikarin li gel min rûnin. Ên ne hêja aman aman, bila dûrî min rûnin. 

-Belkî em jî bibin ji yên hêjayî silavê. Kek Amed got. 

-Hûn ê bibin, nexwe çi karê we li vir heye? Ên hêjayî silavê vêga li Sûrê di bin guleyên top û tifingê eskeran de ne. Yê din jî di nav dûyê gaza polîsan de ne û hûn jî li vir quretiyan dikin. Hûn ne li nav şervanan e û ne jî li nav piştevanên wan in. Hûn ê kengî bibin ji yên hêjayî silavê? 

Kek Amed, mela Şêxmûs nas dikir, çayeke jê re anî û devê xwe nêzîkî guhê wî kir, bi dengekî nizm got. 

-Seyda tu min nas dikî, me jî têra xwe şoreşgerî kir. Em jî şoreşgerên kevn in. 

Mela Şêxmûs li Kek Amed nêrî bi mabesta ku bêje, tu şoreşgerê kevn î çi karê te li vir heye? 

Fişîn ji pozê xwe anî û rabû ser piyên xwe. Bêyî ku li çaya ber xwe binêre û tiştekî bêje ber bi derî ve çû. Bi destê çepê derî nîv vekir û destê rastê ber bi mirovên rûniştî ve bilind kir Hemiyan bi hev re lê nêrî, tirsiyan ku careke din li wir jî helbesta xwe bixwîne. Lê wî bi ken li nav çavên wan nêrî û bi dengê xwe yî bilind got. 

-Yên şîîra min neecibandî, bila li vir bimînin û ên ecibandin li pey min werin, va ez diçim. 

Bi gotinê re derî girt û ji wir dûr ket.