Hebû nebû, Şêx-Pîr Misilmanekî bi dizî bû, heta niha me ew û berhemên wî dabin ber xeber û heqaretan jî, ew weke Shakespeare ne ti ye: Lê dema Şêx-Pîr nûra rûyî wî selawatan bi me dide anîn. Ev qelpbûna civakên xwe kêm dibînin, tevî ku dev diavêjin nirxên gerdûnî û ji bavê wan zêde, hewl didin wan bikin malê xwe. Ango heke Shakespear be du qirûş nîv jî nake û heke Şêx-Pîr be “wêjevanê herî mezin ê cîhanê” Misilmanekî bi dizî ye.

Ev têgeha seqet û kulek ji gelek aliyan ve kotî ye jî. Civakeke ku ev sed sal in tê nepixandin bi “çêtirbûnê” da ku bibe neteweyeke ku weke netewe-dewleta Tirk îro li serê xwe, li serê cîranan û li serê dinyayê, ji ber ku di rastiyê de nirxekî insanî û gerdûnî nikare biafirîne, heta ji bilî di mezatê de firotina çavkaniyên xwe yên insanî û aborî ti behredariya wê darî çav û diyar nîne, ma wê ne kotî be û wê çi be.

Ez meseleya belavbûna netewe-dewletên din li serê dinyayê li aliyekî datînim. Ev minaqeşeke cihê ye. Divê di çarçoveya siyaseta reel û rastiya heyî de were nirxandin û di çarçoveya bergiriya hebûn û nirxên Kurdî de weke çerxeke parastinê li hemberî qirkirinên siyasî, çandî û fizîkî timî weke tercîheke muhtemel li meydanê be, heta ku ev netewe-dewletên li dora me ev mal bin.

Em li minaqeşeya vegerin, em dikarin behsa kotîbûna civakeke bi neteweperestiyeke ecêb û xwenepixandineke bi serûber serî lê hatiye mezinkirin bikin. Ha dema serî li civakekê tê mezinkirin, êdî ji xwe re li sedeman digere ku îsbat bikin bi qasî wî seriyê lê hatiye mezinkirin, mezin e. Lê berdest çi hebe, bi kêr nayê. Hingê jî dêwla xwe bi benê xwe yî rizî berdide çalên genî yên derew, lihevanîn, fen û fûtan. Ji bo vê jî hin kes - ez ji acizî û hêrsa hinavên xwe ji wan re qeşmer bibêjim jî - hin kesên guhên wan dilebitin û dizanin ka kirin û gotinên wan encamên çawa bi xwe re tînin, li bazara van derew, fen û fûtan peyde dibin. Ji xwe re hin tiştan li hev tînin da ku ev civaka hew dizane civakbûna xwe bisipêre çi xwe bi wan bigire: Şêx-Pîran ji wan re vedibîne, yan jî dide zanîn ku deryavanê herî navdar ê dinyayê, yê ku li dêra katolîk bi merasîmeke cenaze hat veşartin, di rastiyê Misilman bû, lewra bi heyret tê gihiştibû ku Xwedê heye. Ew dikarin hespê xwe li vê guherê li gorî dilê xwe bibezînin, lewma ji nezanîn û cahiliya vî erdî û mirovên wê piştrast in, dizanin ku ew ê nepirsin, “Ma ne katolîk jî bawer dikin Xwedê heye, ma çima rabe bibe Misilman?” Dizanin ku ew ê serê xwe bi wê yekê neêşînin ku bi sedan eşîrên erebîaxêv hene ku navê mezinên wan Şêx in lê ew ne Misilman in, berevajî ew Xiristiyan in. Dizanin ku ew ê nebêjin, “Temam Şêx e, navê xwe ji Erebî girtiye, lê Pîr? Ma ne “Pîr” ne gotineke bi Erebî ye, bi ser de jî xwedî maneyeke dînî ye di nava dîn û diyanetên di nava kurdî-, farsîaxêvan (hemû ziman-îraniyan) de: Pîr meqamekî dînî yî bilind e di nav Êzîdî, Elewî û Ehlî-Heqan de. Ha ji ber ku bi vê dizanin dikarin evqasî bêperwa van derewan bifiroşin: bazareke mift û belaş e, xerîdar jî pirr in.

Belkî ji vê çîrokê dersek ji Kurdan re heye yan na helbet ne hedê min e, lê belê ez çend gotinên xwe bikim; bi ya min, em weke van camêran nekin wê bêhtir bi kêra me were. Em tiştên wisa weke henek û mîzah bikin çêtir e, hingê em dikarin Elvis Presley jî bişînin ber golikan. Lê belê heke em dixwazin nasnameya qewîn bikin, civaka û pêre civatên xwe li ser stûnan deynin, hingê li ber destê me ji Mela, Feqî û Şêxan pirtir çi heye! Ma hewce ye em herin li wan Şêx-Pîran zêde bikin? Çîrokên me pirr in, çîrokên nû çêkirî yên bêkêr ji me re navên.