Operasyona eskerî ya artêşa Tirk a dagirker li sêgoşeya Licê, Pasûr û Darahênê ya bi tevlîbûna 10 hezar esker, polîs û cerdevan tê meşandin, ev zêdeyî 20 rojan e, didome. Dagirkeran îmam jî tev li operasyonê kirin. Operasyona sêgoşeya navçeyên Amedê Licê, Pasûrê û navçeya Darahênê ya Çewlikê bi tevlîbûna 10 hezar esker, polîsên tîmên taybet û cerdevanan, zêdeyî 20 rojan e ku dewam dike. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku meleyên mizgeftan jî tevlî vê operasyonê kirine. Çavkaniyên herêmê, anîn ziman ku meleyê mizgefta gundikê Berdan a Pasûrê û meleye gundê Totaniyê di nav operasyonê de cih girtine. Çavkaniyan, destnîşan kir ku ev mele di nav kadroya cerdevanan de ne. Ji ber mele tevlî operasyonê bûn, meha Remazanê mizgeft jî vala man. Şêniyên gundan nerazîbûn nîşanî meleyan da. Gundiyan, destnîşan kir ku ji ber ku mele tevlî operasyonan bûne, li malên xwe îbadetên xwe dikin.
AMED