Pîremêrd sê şanoname nivîsîne û ji wan a ewil Mem û Zîn e ku ew şanoname wekî yekemîn şanonameya bi Soranî tê qebûlkirin. Piştî ku ev şanoname dibe pirtûk, vê carê sala 1935’an Komeleya Zanistî wê derdixe ser dikê û dilîze. Pîremêrd temsîla vê şanoyê li Kurdistanê wekî kêlîka yekem a şanoya cidî qebûl dike. Ew çîroka şanonameyê ji bingeh û evîna Mem û Zînê werdigire û ji nû ve adapteyî şanoyê dike. Hêmayên sereke yên destana Memê Alan û mesnewiya Ehmedê Xanî bi awayekî taybet diparêze. Pîremêrd bi armanca neteweperweriyê rengê evîna Mem û Zînê diguherîne. Bilindkirina kurdewarî û neteweperweriyê temaya sereke ya vê şanonameyê ye.

Weşanên Peywendê ji ber girîngiya vê metnê û dîrokîbûna wê careke din derdixe pêşberî xwendevan û şanogeran. Ev berhema ku niha çap bûye, Memê Mala Hine ew ji bo çapê amade kiriye.

Mem û Zîn / Pîremêrd / Amadekirina ji bo çapê Memê Mala Hine / Şanoname / 2016