Di semînera ku li paytexta Almanya Berlinê de ji aliyê nivîskar û lêkolîner Kovan Sindî ve hate pêşkêşkirin de pirsyarên wek; ciyawazî û wekheviyên di navbera herdu mamoste û herdu berheman de çi ne, Şahname çawa û çima wek dastan tê dîtin û nasîn, herwisa jî Mem û Zîn çawa dibe dastan, hatine bersivandin?

Lêkolîner û nivîskar Kovan Sindî bi veguhestina anakdoteke ji rojhilatnasê navdar ê  Rusî Yosif Abgereoviç Orbelî ve dest bi gotara xwe kir: Rojhilatnasê navdar ê Rusî Yosif Abgereoviç Orbelî di berhema xwe ya ku li ser hozanvanê Gurcî Rustavellî nivîsandiye de dibêje ku eger em bixwazin welatperwerî û welatheziya hozanvanên Rojhilata Navîn nas bikin, tekez divêt em navên sê kesan bi lêv bikin. Fîrdewsiyê Faris, Rustevellî yê gurcî û Xaniyê Kurd e.
Nîvîskar Kovan Sindî ji bo ronîkirina jêderên herdu berheman jî anî ziman ku Kurd û Faris di bingeha xwe ya neteweyî de ji miletên arî ne û wiha li gotara xwe berdewam kir:” Herwisa ev herdu gel ji gelek aliyan ve jî pêkve girêdayî ne. Xwedan hindek nirxên hevpişk in; di warê lîteratura giştî de, di warê çîrokî de, serpêhatî, efsane û edebiyata devkî ya gelêrî de pişikdar in. Ji aliyê çandî, dîrokî û biyolojîk ve jî gelek nêzîk in.”

Şahname şahê berheman e

Kovan Sindî diyar kir ku mirov dikare bi hêsanî bêje ku Şahname wek karê wêjeyî ya herî mezin a dinê ye û wiha dirêjî da gotara xwe: ”Herwiha Şahnameya Fîrdewsî tevahiya ristên dastanî di xwe de dihewîne.  Şahnameya Fîrdewsî mezintîrîn karê edebî ye di cîhana me de.
Ji 60 hezar beytên helbestî pêk tê. 60 hezar beyt karekî gelekî mezin e. Ango 22 caran mezintir e li berhema Ehmedê Xanî ya Mem û Zînê. 13 car jî mezintir e ji ilyada ya Homeros. Ilyada ji 20 hezar beytan pêkhatî ye. Ev berhem ji aliyê zanyarî ve wek paşxaneya gelên Îranî ku di nav de Kurd, Faris, Efgan û Beluc, Osetî û Tacîkî jî hene, tê hesibandin. Ev gelên navborî tev de hevparên vê berhemê ne, çima?”

Fîrdewsî çima Şahname nivîsand?
Kovan Sindî sedem û armancên nivîsandina sahnameyê jî bi hatina îslam û dagirkirina Ereban a axa Îranê ve girê da:”Fîrdewsî dixwest ziman û çanda farsî ji bin bandora Erebî rizgar bike. Xwest berhemeke wisa binivîse ku bide nîşan ka zimanê Farisî çiqas zimanekî dewlemend e, zimanekî resen e, zimanekî xweser e, zimanekî kevnar e, ji zimanê Erebî bêhtir reng û rîçalên di xwe yên kevin û dîrokî hene.
Mebesta duyê jî ev bû wî dixwest bandora ola Zerdeştî dîsa li Îranê serdest bike, mirov dikare wî wekî antî îslamî bi nav bike, yan jî antî arabîst e, ango ew aligirê hizra zerdeştiyê bû. Di ew dem de hozanvanekî dîtir ê navdar ê bi navê Ebu Mensurê Deqîqî hebû, ew jî layangirê fikra zerdeştî bû, lê Ebu Mensurê Deqîqî gelek nejiya, hate kuştin, ji layê kesên îslamîperest ve hate wendakirin. Hingê Fîrdewsî 10-12 salî bû.
Piştî mezin bû xwe wisa hesiband ku karê berdewamiya Deqîqî dike. Serboriya xwe û destpêkirina şahnameyê bi van risteyan ve tîne ziman:”
Min di van 30 salan de gelek cefa kişandin. Ji bo ez eceman ji nû ve zindî bikim, ez nemirime û ez neçûme, ez tovek im ji bo nifshên nû li erdê hatime çandinê.”çima dibêje; ecem zindî kerdem, çima nabêje Faris yan jî Îraniyan? Ev jî li dijî Ereban têt hesibandin, yanê mirov dikare ta radeyekê wî wek rasîst (nijadperest) jî bi nav bike. Herwisa jî Îranîperest bûye, ji ber ku wê demê Ereban bi çavên kêm berê xwe didane gelên din.

Xanî û neteweyetî

Herwiha nivîskar Sindî yek ji cudahiyên bingehîn a di navbera Xanî û Fîrdewsî de jî bi pirsgirêka wan a  neteweyî ve rave kir, Sindî wiha li gotara xwe berdewam kir”Mem û Zîn kurmancî û bi Kurdî ye. Lê ji bo Xanî hinde ne girîng bûye ku peyvên Erebî di zimanê Kurdî de hebin yan nebin. Helbet ev jî ji hind egeran tê himatê, ev çi ne? Derdê Xanî ji yê Fîrdewsî pir girantir bûye. Wî dixwest kesayetiya mirovên Kurd di Mem û Zînê de bide diyarkirinê. Di Mem û Zînê de li gel peyvên Erebî ji zimanên dîtir jî peyv hene. Lê disan Xanî ji zaravayên din jî peyv girtine. Wek me li jor jî diyar kir di şahnameyê de ji bilî Farisî peyvên beyanî, bi taybetî jî Erebî nînin.
Şahname bingeha gelê Îranî ye
Xala duyê ya girîngiya şahnameyê: dastaneke dîrokî û çandî ye....wekî bingeha diroka gelên Îranî tê hejmartin. Lê Mem û Zîn ne dîrok e. Peywendiya Mem û Zînê bi dîrokê ve nîne. Mamoste Xanî viyaye ji aliyê fîlozofî ve, ji aliyê sekolojî û derûnî ve, ji aliyê çînayetî û civakî ve, civaka Kurd bide nasandinê.  Lewma jî dibêje:“Şerha xemê dil bikim fesane, Zîn û Memê bikim bahane.”
Xanî viyaye xwe û berhema xwe bike bingehek ji bo hizra neteweyî. Nexwe dikaribû Stî û Ferxik ango Xec û Siyabendê jî bike navenda berhema xwe.
Ne tenê mamoste Xanî herwiha Melayê Cizîrî jî beriya Xanî behsa Mem û Zînê dike. Li vir mirov dikare gelek pirsan bîne holê ku ka çima Cizîrî weki Xanî Mem û Zîn nekiriye bingeh ji bo felsefeyeke neteweyî? Ev nayête zanînê. Dibe ku berhemên wî jî berze bibin, ango hatibine sotandin û wenda bûne. Ji ber ku hind Kurdolog îdia dikin ku Cizîrî zêdeyî 40 bergan nivîsandiye, ew wêje tev de berze bûne. Tirk hatine, Ereb hatine, Moxol hatine, berê xwe daneyê ku Kurmancî ye, tênegihiştine û avêtine Dîcleyê. Ev diwana Cizîrî çawa hatiye parastin? Xwedê dizane!
Cizîrî jî di beyteke xwe de wiha dibêje: “Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û şîrînan...çi dibe ger tu hesêb kî me bi Ferhad û Memê...”
Wisa diyar dibe ku mamoste Cizîrî jî xwedî agahdariyeke baş hebûye li ser Mem û Zînê.

Xanî rizgariyê diparêze

Xala siyê jî ev e ku Fîrdewsî çand û dîroka Îraniyan ji xwe re kiriye bingeh. Lê Xanî welatperestiya xwe ne wekî Fîrdewsî aniye ziman. Di dîtina Fîrdewsî de Îran welatekî kevnar e, tim serdest bûye û wê tim û daîm jî wisa bimîne: Îran niha jî di cîhanê de yekem welat e ku roja pîrozbahiya neteweyî lê nîne, roja serxwebûnê nîne, ji ber ku welatekî kevnar e; nayête zanîn kengê bûye dewlet. Lê ya Xanî; berevajiyê vê yekê ye, wî beşdarî di êş û azar û derdên gelê xwe de kiriye. Hîs kiriye ku gelê wî ji qada dîrokê tê hilanîn û wisa jî dest avêtiye berhemek weke Mem û Zînê. Bêtifaqî, belaveliya gel, newekheviya gel, neyekbûna gel pirsyarên di wî bûne û ji bo çi nabine yek? Niha jî welê ye, her pirbendî ye...pirseke civakî ye; mixabin îro jî berdewam e!

Di Şahnameyê de mîtolojî

Kovan Sindî di xala çarê de jî li ser mîtolojiya ku di şahnameyê de  hatiye bikaranînê sekinî û wê jî wek chanda hevpar gelên Îranî nirxand:”Beşê yekem li ser dîroka şahê Îranê, peydabûna Îranê ya keyseriyê û ya gel e....
Beşê duyê jî li ser Rustemê Zal e; Rustem di şahnameyê de wekî lehengekî Kurd e. Ji ber ku ji bo wî ne girîng bû ka leheng Kurd e yan Faris e. Ji xwe di wê serdemê de Kurd û Faris yek netewe bûn. Ristem lehengekî efsanewî ye û 1000 salan jiyaye.  Wisa jî di dawiya 60 hezar beytên şahnameyê de Ristem dimire. Yanî hezar sal diajo. Wisa jî tê zanîn ku tu mirov nekariye û nikare hezar sal temenê bike, lê ev mîtolojî ye; mîtolojiyeke neteweyî ya ruhî ye. Gava behsa Ristemî dike, dibêje di şer de gava li Rexşê Belek siwar dibû, zikê wî digihişte erdî ve û gava di qada şer de bû jî lingên wî heta çokêdi erdî ve diçûne xwarê. Gurzê wî 75 kîlo giran bûye, vê gavê mirov nikare bi hêsanî 10 kiloyan bilind bike.
Nivîskar Sindî xala di pêncê de jî şahnameyê wekî bingeha kesayetiya mirovên Îranî nirxand: Fîrdewsî li dev Îraniyan gelek giranbuha ye. Ristem kî ye, navê bavê wî Zal e, dayîka wî Rûdabê ye, Rûdabê keça kî ye, divêt em li şahnameyê vegerin. Wisa jî li ser Xeyamî, Hafizî, Nîzamî, Gencewî û Shîrazî re ye. Buha û teybetmendiyeke xweser a Fîrdewsî heye. Bi rastî jî hêjayî vê pesindanî ye. Tablo ango portreyeke zêrîn a Fîrdewsî di nav wêjeyeya cîhanê de heye û divêt hebe.

Kesayetiya Îraniyan parast

Herwisa Kovan Sindî di xala şeşê jî bi lêv kir ku eger Fîrdewsî ev karê hêja nekiriba, dê dîrok û çanda Îraniyan di bin lingên hespên Ereban de wenda bûbûna:”şahname kesayetiya mirovên Îranî parast. Ez dikarim bêjim ku eger ne ji şahnameyê bûya bi ihtimaleke mezin wê Îran bûbûya welatekî Erebî. Wî cudahiya di navbera gelên Ereb û yê arî de bi bingehên xurt ve danî. Herwisa kar û xebata Fîrdewsî mirov dikare wekî ronesansa Îraniyan jî bi nav bike. Ji ber ku destpêka ronesansê ne li Ewropa ye, li Îranê ye. Firdewsî sala 940 î hatiye jiyanê, di sala 975 an de dest bi nivîsîna şahnameyê kiriye, di 1010 ê de jî xelas kiriye, sala 1020 ê jî miriye. 30 sal kar kiriye û 80 sal jiyaye.
Li ser gora wî jî wiha nivîsandiye;” ger Îran nebe, bila ev ceset jî nejî.” Ev girêdana wî ya bi welat ve ye. Ev jî ji felsefeya zerdeştiyê tê, ji ber ku Zerdeşt yekem kes e ku riya girêdana bi xakî ve nîşanê mirovan daye. Li vir dikarim bînim ziman ku me ji Zerdeşt tênegihiştiye, me Zerdeşt bi sanahî ji dest da ku ola îslamê jî bingeha xwe ji wî wergirtiye; wisa jî tevahiya dînên esmanî jî bingehên xwe ji wî girtine.

Metafora Fîrdewsî û ya Xanî
Kovan Sindî di xala heftê de jî metafor û mecaza di şahnameyê û ya di Mem û Zînê de rave kir û li ser zîrektiya Fîrdewsî ya di vî warî de sekinî: Fîrdewsî gelek jêhatî û zîrek bûye di metaforê de, di mecazê de.  Herwiha mamosteyê mezin Xanî jî wisa şareza bûye, Xanî jî, ne ji wî kêmtir e. Zêdeyî û kêmbûna riste û beytan hinde ne girîng e, naverok û payebilindahiya edebî girîng e. Naverok û dariştina berhemê girîng e.
Fîrdewsî çawa behsa Tehmînê dike ku ew jî keça şahê Semenganê ye; Ristem aşiqê wê dibe û ji xwe re tîne. “Ew ciwaniya ebruyan weke kevanan, tÎran.. bazin û guhar jî mîna şerîdên sêdarê ne...”
Wisa diyar dike ku ev keç hinde ciwan û xweşik e ku dikare bi hêsanî xwediyê xwe bikuje. Xanî jî gelek zîrek e:gava Zîn li gel çirayê diaxive, dibêje:”Derdê min û te ji yek ferq e; ji xerbê heta şerq e... mexrib tu yî agirê te zahir, mexrib ez im agirê min badin..”Ev jî metafor e. Felsefeyek e.
“Sehnazer ji bo hewayê bilbil, şadav dikir bi avê gulgul.” Mem gava dikeve zindanê hinde digirî, dibêje wekî bilbilekî birîndar girî, ji giriyên wî sûlavên avê hatine afirandinê...
Di şahnameyê de edalet, serdestî, mezinahî, hikumdarî, hêz hene. Wî timutim xwe wekî xwedanê welatekî hêzdar dîtiye. Xwedanê keysergeheke mezin.
Di şahnameyê de gelek peyv hatine afirandin, lê Xanî we nekiriye, ji bo Xanî ziman ne girîng e, yekîtiya milet girîng e, çima Kurd ne hêz in û ne xwedî welat in. Peyvên wekî sersivik, serheng, serdar, û wd. Ku pêşkit û parkît in û wî ev afirandine, zimanê Awestayê baş zanibûye û baş xwendiye, piştî xwendina Awestayê dest bi nivîsînê kiriye.
Li gorî Ansîklopediya Brîtanîca Firdewsî gelek sûdê ji Awestayê wergirtiye, Awesta bingeha dînê aryayiyan e. Ji bo dînên esmanî yên semîtik jî bingeh e. Kiyomers wek mirovê yekemîn hatiye destnîşankirin; olên din jî Ademî afirandin, ev ji Awestayê hatiye. Xanî jî bawermend bû, mîtolojiya arya ji bo Xanî jî girîng e. Fîrdewsî bi navê xwedê dest pê dike û ev ji zerdeştiyê tê, behsa Ahura Mazda dike. Xanî jî rê û resm û cejnên aryayî ji xwe re kiriye bingeh, ne yên îslamê. Li nik Xanî Newroz heye, agir heye, birayê axretî heye, îblîs û xwedê û wd hene. Bandora Mîtraîzmê ku oleke kevnar e di Xanî de heye.
Xanî jî gelek behsa Ristemî dike...li ba Firdewsî Ristem Fêrîs e. Xanî dibêje her yek ji we mîna Ristem e. Lê hezar û yek mixabin ji bo berjewendiyên xwe bi kar neanîne. Derdê wî jî ev e ku mîrên Kurdan karkerên gelên din in, “Tebîeta wan ku şaar e, ew ar e li xelkê namdar e, namûs e li hakim û emÎran, tawan çi ye şaîr û feqÎran.” Hûn çima bi lingên xelkê ve girêdayî ne û çima ji bo xwe û gelê xwe bikarnaynin? Vê pirsê dike û xwe jî feqîr û bê desthilat dibîne...Xanî bingeha Mem û Zînê ji ya folklorîk wergirtiye...Fîrdewsî jî bingeha xwe ji vebêj û dengbêjên beriya xwe wergirtiye...Fîrdewsî çûye cem moxên zerdeştiyan...Gelek çavkanî werdigirtin. Xanî jî Mem û Zîn wisa fêr bû...ya xeyalî veguhêste ser rastiyê. Mem û Zîn rastî ye. Mem gava dikeve zindanê bi taseke jehrê dimire, ev lawazî ye, diviyabû gelek xurt bûya, gereke nebûya devxwurê kesekî mîna Beko, Beko roleke mezin di dastanê de heye û Memî têkdibe.

Xalên hevbeş
Lêkolîner Sindî xalên bingehîn yên di herdu dastanan de jî weke lidijderketina hatina hêzên dagirker ku ji bo Fîrdewsî Ereb in û ji bo Xanî jî osamanî û sasanî ne destnîşan kir û wiha dawî li gotara xwe anî: şahname, hatina îslamê, Eskender, Umer bin Xetabî weke ehrîmanan dide nîşan...Ev tên şerê ronahiyê dikin, hêza ronahiyê jî şahê Îranê ye Xanî jî hatina osmaniyan û sasaniyan wekî ehrîmanan bi nav dike ku ew li ser Kurdan dijîn, Kurdan ji hev belavela dikin; Xanî jî hêza xwedayî di miletê Kurd de dibîne.
Xaleke din jî,  şahname bi şêwaza mesnewî hatiye nivîsandinê, li ser çanda Îranê bi bandor e, hêzdar e Omer Xeyam, Hafiz, şîrazî, Saedî, Celaleddînê Rumî, şemsî Tebrîzî, ew ên mezin û Xanî jî sedîsed şahname xwendiye, ji wan tevan haydar e.
Xanî jî wisa dixwaze da ku Kurd bipirsin ka em çima bindest in? Eger yekîtî çêbe wê bibe miletekî serdestê ê Rojhileta Navîn. Bi Erebî, kurmancî hozanan nivîsîne. Gelek melevan bûye, bes ne viyaye, mirovekî neteweperest bû û bi kurmancî nivîsandiye. Ezamet û hêza şiyana Xanî ye, wek bavê neteweya Kurd e, diviyabû li dîwarên parlamena Kurdistanê hozanên wî bihatina nivîsandinê, eger ne Mem û Zîn bûya emê kambax bûna; eger îro em nanivîn, em dişên wek Kurd bijîn jî sedem Xanî ye, mele Mistefa Barzanî bi serê Xanî sond dixwar û yek ji pirtûkên berdilkê birêz Ebdullah Ocalan jî Mem û Zîn bûye.
“Herçi bire şûr bi destî hîmmet,
zeft kird ji xwe re bi mêrî dewlet,
lewra cîhan wekî erus e,
lê hukim di destê şûrê rûs e...”


Li vir felsefeyek heye, vicud, hebûn û nebûn, fîlofî ye, insan li ser sirûştî zal e, çiya, rûbar, tofan...û her asteng li ber mirovan serî ditewinîn; mirov piran çêdike û di ser re derbas dibe...dualîzm e...cîhan weke bûkek e, lê yê ku bi hêz be xwediyê wê ye. Teymurê Leng sê caran Bexda stand, moxolî hatin, Hûlagû hatin, deh hezar siwarên ermen kuştin. Divêt mirov xwe teslîmê siruştê neke; li gorî bîr û raya min dînê îslamê dewreke mezin bo nivistina Kurdan dilîze. Xanî dîndar e, lê Kurd e, tu caran xwe wekî mele û pêşewayekî dînî nedaye nîşan. Wisa girêdayî bi mîtolojiya Îranî ya Kurdî ve ye. Wek nimûne:
“Dewra felekê ji bextê feyruz
dîsa ku nema ji nû ve Newroz...


Newroz jî cejneke Îranî ya arî ye; ya tevahiya gelên Îranî ye...
“Me bi wî adetê mibarek...şehrî û spahiyan bi carek...”
Fîrdewsî jî dibêje;
Hemû dijminan ez tû ferbîn ban..qetqet bûn...
Ew kesên xerab û nebaş, ji ber te (Ristem) belavela bûn...
Hemû salê bextê te pîroz ba, şevên reş ji te re wekî Newrozê geş bin...

Kovan Sindî kî ye?
Di sala 1965 an de li gundekî devera Zaxoyê hatiye dinê. Di salên 80 yî de pêşmergetî kiriye. Piştî enfalan xwe dispêre kampa Amedê ya li bakurê Kurdistanê. Piştre jî derbasî Ewropa dibe. Li Almanya dimîne û dû re dice Danîmarkayê. Li wir sakolojî dixwîne. Di sala 2004 an de dest bi nivîsîna romanê dike.
Yekemîn romana wî “Rojên êtûn e” ya duyê jî “Nalînên peravan 1 û 2” e.
Niha jî romana siyê li ber çapê ye, hêvî dike ku di bihara pêşiya me de bigihije ber destê xwendevanan. Hozan û helbestên wî bi zimanên almanî û danîmarkî jî hene, lê ew wana çap nake, ji ber ku dixwaze bi tenê ji zimanê dayika xwe re xizmetê bike. Ji bo wî ya girîng Kurdîbûn e, dibe ku zaravayekî din jî be, lê Kurdîbûn misoger e...


YEKO ARDIL/BERLÎN