Yek ji girîngtirîn destanên neteweyî ya gelê kurd Mem û Zîn dê ji aliyê şanogerên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve wekî, lîstikeke muzîkal derbikeve ser dike. Destana ku yek ji girîngtirîn berhemên nmemir Ehmedê Xanî ye û ligel çîrokeke evînî dihundirîne, jiyana civakî ya gelê kurd jî radixe ber çavan.

Şanogerên DBŞT'ê zend û bendên xwe badane ku vê destana kevnare bi awayekî muzîkal di meha gulanê de derxin ser dikê ango promiyera wê pêk bînin.
Lîstika ku ji aliyê nivîskar Kawa Nemir ve metna wî ji bo şanoyê hatiye adaptekirin, derhêneriya wê Ruknettîn Gun dike. Di lîstikê de Alî Tekbaş di rola Mem de, Zelal Gokçe jî di rola Zînê de dê derkevin pêşberî şanohezan.
Derhênerê lîstikê Ruknettîn Gun  bi lêv kir ku ew ji bo ku vê klasîkê bi formateke cuda derxin pêşberî gel zend û bendên xwe badane û destnîşan kir ku ew ê lîstikê li Qesra Cemîl Paşa derxin ser dikê.
Gun bal kişand ser ku destan cara yekem e bi awayekî muzîkalî derdikeve ser dikê û wiha dirêjî da axaftian xwe: "Destana Mem û Zîn qanona wêjeya kurdî ye. Em ê jî vê destanê bi awayekî wisa derxin pêşberî gel ku wekî ew destan li wê qesra dîrokî hatibe jiyîn."
Nivîskar Kawa Nemir ku destanê adapteyî teksta şanoyê kiriye têkildarî xabatên meşandine wiha got: "Lazim e ku êdî ji aliyeke dîtir de jî em bikaribin li vê berhemê binêrin. Îro nifşa ku ez tê de me û nifşên berî me li çar parçayên Kurdistanê her kes di nîqaşn li ser wêjeyê de qebûl dike ku Mem û Zîn berhemeke di asta qanoniyê de ye. Em hemû pê dizanin ku Mem û Zîn berhema Ehmedê Xanî ye. Ev xeleka edebî jî hêj dewam dike."
Hunermend Alî Tekbaş ê ku di lîstikê de di rola Mem de dê derkeve ser dikê jî anî ziman ku ew hewl dide evîna azadiya welatê ku di destanê de behsa wê tê kirin baş bikaribe vebêje û wiha axivî: "Di deatana ku wekî muzîkal derdikeve ser dikê ez ê stran jî bibêjim. Ez ê hewl bidim ku hest û dilînên Memê Botî bi awayekî serkeftî bi temaşevanan re bidim hîskirin."

DÎHA/AMED