Mamoste Buşra Nîfo piştî ku li Saziya Zimanê Kurdî perwerdeya Zimên ya asta Yekemîn bir,  niha li dibistana Tişrîn ya bajarê Rimêlanê Dersên zimanê kurdî dide şagirtan‫.‬ Buşra Nîfo da diyarkirin ku ew gelekî kêfxweş e ku fêrî Zimanê Kurdî bûye û niha jî li Dibistana fermî dide fêrkirin. Her wiha da destnîşan kirin ku ti cudabûn di navbera gelê Kurd û Ereb de tune ye, di Bajêr de herdu netewên sereke ne û pêwîste her netewek zimanê hevduyan zanbine û da zanîn ku bi vî rengî jiyana hevbeş xurtir bibe. Buşra Nîfo diyarkir ku malbata wê piştgirtiya wê kiriye ku ew fêrî Zimên bibe û wiha got “Ez niha di nava Saziyê de fêrî Asta Dûyem dibim.” û diyar kir ku Zimanê Kurdî Zimanekî girîng e û çandeke nû ji wê re destnîşan dike, ji ber vê yekê xwesteka wê ya fêrbûnê hebû.

ANHA/GIRKÊ LEGÊ