
SEDA TAŞKIN /MA / WAN
Li Wanê Şanoya Mencel a komek lîstikvanan ew ava kiriye, di 4’ê Kanûnê de ji bo dildarên hunerê, perdeya xwe vedike. Li şanoyê dê bi piranî lîstikên bi Kurdî bên pêşandan.
Li Wanê, hin lîstîkvanên bi paradigmaya Alternatîfa Huner li hev civiyan, di bin navê Şanoya Mencel de bûn komeke şanoyê. Lîstîkvan, li Navenda Kar a Aydin Perîhan wê lîstika xwe ya şanoyê pêşkêş bikin; ji bo vê jî karê xwe temam kirine ku 4’ê Kanûnê derkevin pêşberî xelkê bajêr.

‘Pêdivî bi şanoya Kurdî heye’
Yek ji lîstîkvanên Şanoya Mencel Ferhat Aslan e; ew diyar dike ku ji bo bipêşxistina şanoya Kurdî ya herêmê, ew girîngiyê bi wê didin ku bi civakê re bên cem hev. Aslan da zanîn ku pirraniya lîstikên wan bi Kurdî ne û wiha axivî: “Pêdiviya civakê bi lîstikên bi Kurdî heye. Di çarçoveya vê pêdiviyê de me ev xebat meşand. Ligel zimanê Kurdî, zimanên cuda jî wê hebin.”
Aslan, da zanîn ku bi lîstikên salonê re, şanoya zarokan û kursên dansê yên cuda jî ew ê vekin.

Bernameya şanoyê ya ku di 4’ê Kanûnê de wê bê vekirin, wiha ye:
4 - 5 Kanûnê saet 18.00 / Mala Bernarda Alba
5 - Kanûnê saet 20.00 / Dawiya Dawî
6 - 7 Kanûnê saet 18.00 / Wê Hesab Neyê Dayîn
8 – 9 Kanûnê saet 18.00 / Berû
10 - Kanûnê saet 18.00 / Konsera Înstrumental”