Di hilbijartinên Yekşemê yên li Brandenburg û Saksonyayê partiya rastgiriya tundraw Alternatîf ji bo Elmanyayê (AfD) li her du eyaletan jî bû hêza duyem. Partiya nijadperest li Saksonyayê 27 ji sedî, li Brandenburgê jî 22 ji sedî yê dengan wergirt. Pisporan hema piştî hilbijartinê profîla hilbijêran nirxand û tespît kir ku mêran deng daye AfD’ê. Li gorî lêkolîna kanala dewletê ya duyem ZDF’ê li Saksonyayê 33 ji sedî yê mêran û li Brandenburgê jî 30 ji sedî yê mêran dengê xwe daye AfD’ê. Yanî mîran hez ji êrişkariya AfD´ê kiriye.
DRESDEN