Heftêya buhurî li paytexta Elmanya Berlînê doza kuştina jina Kurd a bi navê Yeter Polat dest pê kir. Polat par ji aliyê hevserê xwe ve bi awayekî hovane hatibû qetilkirin. Di bedena wê de birîna hevdeh kêran û wisa jî şûna ava kelandî hebû. Ev wehşeta ku di serdema me de wek; hovîtiya hişmendiya mêraniya kevneperest tê binavkirin, li ser gelek kesên xwedî wijdan û rûmet bandureke bêdawî hişt. Lewre roja dadgehê ji aliyê Meclîsa Jinan a DEST-DAN ê ve girîng dihat dîtin. 

Di gava destpêkirina dadgehê de li kolana li pêş dadgehê jî çalakiyeke şermezarkirinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hejmarek jin beşdar bûn. Li gel jinên Kurd ên Elman jî hem di salona dadgehê de û hem jî di qada çalakiyê de amade bûn. 

Lê mixabin li gel agahdarî û bangewaziya ji demên dirêj ve jî hejmara mêran hêjayê dîtinê û babeta lêkolîneke taybetî bû. Ev doza dîrokî ya ku bala çapameniya Elman jî kêşabû, bi nebûna mêran ve cihê xwe dabû pirsên ku ka mêr li ku ne? Çima mêrên Kurd tevli vê çalakiya girîng nebûne? 

Ya rastî bersiva wan pirsan jî ne hêsanî bû. Jina qetilkirî, ji civaka Kurd bû. Gelek Kurdên li Berlînê ji bûyer û babetê agahdar bûn. Dîsa jî, di dema xwenîşandanê de paşvekişandineke tirsonekî mora li xwe ser encamê danî. Ew bûyer û encama jê derketî di mêjiyan de rê li ber pirsên girîng vekirin, pirs li bin guhên hevdu ketin û di wijdanan de vegeriyane birîneke zingarî. Civaka Kurd 

civakeke xwedî pirsgirêkên kûr û berfireh e, gelek ji wan pirsgirêkan xwe digihînine demên dîrokî yên kevin. Gelek ji wan jî ji ber sedemên bindestiya sedsalan û ji siyaseta dagirkeran dihêne himatê. Lê vaye bi qasî nîv sedsalekê ye ku Kurd di bin ronahiya pêşengiyeke herî nûjen û hemdem de li rê û rêbazên çareserkirina wan pirsgirêkan digere. Ji bo wê gelek berdêl dihêne dayîn. Ji bo Kurd jî di nav malbata mirovahiyê de bibin xwedî rûmet gelek kes ji giyanê şîrîn firqetê dikin. 

Eger wisa, çima li hemberê bûyereke wiha rûreşî nemaza mêrên Kurd bêdeng dimînin? Ma ne ew jî xwedî jin, xwedî zarokên keç in û ev hovîtî dibe ku her kêlî bi serê yek ji wan de jî bê. Gelo eger rojekê biqewime û li ber deriyê wan jî bibe mêvan, wê li dijî stemeke wisa jî her wiha bêdeng bimînin? 

Gotina hozanê navdar a digot: Lingekî me li serdema fezayê û lingê din jî di çaroxê de ye! Dihê bîra mirovî. Li aliyekî serdemeke ji serdemên ronakbûnê, rewşeniyê li welatê me serdest e, li aliyê din jî mirov ji şerm û fediyê nikare serê xwe li ber mirovahiyê rake. Li aliyekî jinên Kurd ji bo rizgarkirina namûsa gel û welat û ya mirovahiyê destanên nedîtî ji mirovahiyê re diyarî dikin û li aliyê din jî jinên bê desthelat dibin nêçîra mêrên koleyên serdestan. 

Helbet ev pirsgirêka ku wek komkujiya jinê jî dihê pênasekirin, ne tenê li serê Kurdan bela ye. Li welatên din ku Ewrûpa jî di nav wan de ye heman kujerî dom dike. Li Elmanya, Fransa û welatên dîtir jî jin bi şîdet û tundiyê re rûbirû ne. Gelek ji wan bûyeran jî bi mirinê ve bi encam dibin. Li Tirkiyeyê li gorî statîstîkan rojê herî kêm jinek dihê kuştin. Lê ev rastî mafê rewadîtinê nade ti kesî. 

Li Kurdistanê, bi taybetî jî li Başûr ev rîje di asta enfalan de dihê hejmartin ku ne pêkan e mirov jêdereke pêbawer jî bi dest bixe. 

Jin dihê kuştin, hîna jî gelek mêrên qaşo welatparêz pirsa: Gelo çi sûc û qebehetê kiribû? Dikin. Jin û mêr herdu jî wek berhemên xwezayê ne, dibe ku li hev bikin an jî nekin. Wek di dema her pevçûnê de aliyê heq û neheq jî hene. Heta radeyekê ev asayî ye. Lê çi gava şîdet, lêdan û cînayet dorê ji widanê dibe û zorê li hişmendiya mirovî dike, wê gavê buyer jî wek wehşet û hovîtiyê dihê binavkirin. 

Nemaze em yên endamên rêxistinên welatparêz û yên xwe wek pêşverû dihesibînin, li hemberê wan sosretiyan xwedî berpirsyarî ne. Kesê ku tevli wan rêxistinan dibe, bê qeyd û merc mafê wekheviya jinê qebûl dike. Wekî din, di qewimîna bûyerê de; ev nas e, ew gundiyê min e, ev xal e, ev xwarzî ye nîşaneya paşverûtî û tirsonekiyê ye. Namûs, nefret, hesûdî, kumreşî û têgînên wek wan îro li ser sergoyê veniştîne. Riya namûsê ya herî rast di bin sola şervana azadiyê de li Rojava ye. Em mêr divê wêna bibînin û wêrek bin…