Rojnamevan Denîz Yucel ji bo serdana dîktatorê Tirk a Elmanyayê got, “Pêşwazîkirina Erdogan li Elmanyayê ji aliyê Merkelê ve xiyanet e.”

Denîz Yucel dema nûçegihanê Die Welt bû, Sibata 2017’an hate girtin û di encama bazarên qirêj ên di navbera hikûmeta Elman û Tirk de, Sibata îsal hate berdan.

Yucel doh li bajarê Potsdamê di merasîma M100 Medîa Award de xelata rojnamevanê salê wergirt û pêşwazîkririna dîktatorê Tirk Erdogan bi merasîma dewletê ya ji aliyê Hikûmeta Elman ve weke ‘xiyanet’ bi nav kir. Di heman demê de hikûmeta Elman bi ‘xiyanetê’ sûcdar kir.

Yucel Serokkomar Frank-Walter Steinmeier jî rexne kir û got; “Serokkomar wê sûcdarekî bi merasîma dewletê pêşwazî bike.”

Sala 2016’an bi dengdana Qirrkirina Ermenî û hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re, alozî kete nav Elmanya û hikûmeta Tirk û mijara herî girîng a bazara di navbera herdu welatan de girtina Denîz Yucel bû. Yucel piştî ku Sibata îsal hate berdan, heman daxuyanî dabû û mijara ‘bazarên qirêj’ rexne kirîbû.

 

POTSDAM