Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên 4’ê Gulanê di berxwedana Til Temirê de jiyana xwe ji dest dayî, bi merasîmekê hatin veşartin. Welatiyên Hesekê û gundên wê cenazeyên şervanên YPG’ê Sitim El-Ebdela (Nûman Heseke), Rênas Humêdî (Çekdar Rojava), Roham Memmo (Dijwar Heseke) ên 4’ê Gulanê di berxwedana li gundê Xerîta ya di navbera Hesekê û Til Temirê de jiyana xwe ji dest dayî, ji Saziya Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ya Hesekê ve birin.
Li Hesekê merasîm hate lidarxistin. Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz Ekrem Mehşûş axivî û got: “Di destpêkê de rehet li şehîdên biratiya gela bin. Van şehîdên me careke din teqez kirin ku Kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe yek dest e. Di şerê azadiyê de xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan ketiye nava hev.”
Li ser navê TEV-DEM’ê jî endamê Rêveber ê TEV-DEM’ê Ebduselam Ehmed axivî û berxwedana şêniyên Hesekê û tevahiya herêmê ya li dijî çeteyan û di serî de berxwedana hêzên YPG’ê pîroz kir. Ehmed, da zanîn ku çiqasî êrîşên çeteyan dijwar jî bin, hêza YPG û YPJ’ê bersivê didin û herêmê bi tevahî diparêze.
ANHA/HESEKÊ