
Cenazeyên 3 endamên HGP'ê li gel hemû astengiyên walîtiyê û polîsan ji aliyê 20 hezar kesan ve bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û "Tolhildan" ve hatin definkirin. Malbatên endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed), Îbrahîm Kaya (Herbijî Tolhildan) û Hasan Karahan (Mahîr Dîcle) ên HPG'iyên ku di pevçûna 24'ê Nîsanê ya li sêgoşeya Lîce, Pasur û Dara Hênê de jiyana xwe ji dest dabûn, cenazeyên zarokên xwe anîn Mizgefta Bayramoglu. Girseya ku ji bo tev li merasima cenaze bibe hatin li ber Mizgefta Bayramoglu kom bûn rastî astengiyên polîsan hatin. Waliyê Amedê Mustafa Toprak, tevlêbûna merasima cenazeyên endamên HPG'ê li welatiyan qedexe kir û ferman da polîsan ku welatî tev li merasimê nebin. Piştî fermana walî gelek maşîneyên zirxî û bi sedan polîsên tîmên taybet û hêzên cevîk derdora mizgeftê dorpêç kir û welatiyan asteng dike. Polîs bi anonsan bê navber banga "Belav bibin, an hûn dê bên binçavkirin" dike.
Welatiyên ku bi biryarî tevli merasima cenaze bibin, li kolan û kuçeyan kom bûn. Li gel hemû astengiyên polisan bi hezaran kes li ber mizgeftê kom bûn. Li aliye din bi hezaran kesên ku li taxan kom bûn bi meşê çûn Goristana Yenîkoyê û li benda cenazeyan rawestiyan. Bi 10 hezaran kesên ku ji çar aliyê Ametê hatin goristanê li ber morga goristanê kom bûn. Dema maşîneyen cenazeyan ji mizgeftê birin goristanê polîsan di setina goristanê de li nasnameya weletiyan nerî. 20 hezar kesên li goristanê kom bûn bi girseyî cenaze pêşwazî kir. Dema cenaze hate pêşwazikirin li ser hev balafirên şer rabûn. Girseyê ku cenaze pêşwazî kir bi hevre nimêja înê kir û pişt re bi alên PKK'ê darbestên HPG'yan pêçan. Girsê darbestên 3 endamên HPG'ê danîn ser milê xwe û heta gorê meşiyan.
Xemgînî û hêrs
Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên 3 endamên HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dan û alên PKK û KCK'ê hatin vekirin. Di meşê de jin li pêş girsê meşiyan. Di meşê de ciwanan meşa leşkerî li dar xist û sloganên "Tolhildan", "Şehîd namirin", "Lêxe gerîla lêxe Kurdistanê ava bike" û "Rêhevalên Rojê nemir in" berz kirin. Di meşa bi deh hezaran kes tevlî bû de tîlîlî, çepik û sloganan kêm nebûn. Di meşê de li hemberî operasyonên leşkerî hêrs zêde bû û welatiyan gul danîn ser darbesta HPG'iyan. Piştî meşê li goristanê ji bo 3 HPG'iyan nimêja cenaze hate kirin.
Nimêja Kurê xwe da kirin
Piştî 3 cenazeyên endamên HPG'ê danin cem hev girseyê piştî cenazeyan ji bo nimêjê rêz girt. Nimêja cenazeyan bavê ji endamên HPG'ê Kasim Işik (Agir Amed) Mela Nur Mehmet Işik nimêj da kirin.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyên 3 endamên HPG'ê birin gorîstanê. Piştî rêzgirtinê ji xizmên endamên HPG'iyan yekî strana "Ey şehîd" got û demên hestiyar pêk hatin. Piştî karên veşartinê baranê dest pê kir. Ligel baranê dîsa jî welatî heta dawiya merasîma cenazeyan li goristanê ma. Cenazeyên 3 endamên HPG'ê bi sloganên "Şehîd namirin" û "Tolhildan" hatin definkirin.
Piştî merasîma cenazeyan girse derbasî Mala Şînê ya Pasuriyan bûn. Ji bo 3 endamên HPG'ê wê li Mala Şînê ya Pasuriyan 3 rojan serdan bên qebulkirin.
DÎHA/AMED
Gerîlla Elmas li gundê xwe hat definkirin
Muhammed Mahsum Elmas (Bawer Bozova) yê HPG'iyê ku di pevçûna li bejahiya Bazida Agiriyê de jiyana xwe jidest dabû li gundê Maşuka navçeya Hewenga Rihayê hat definkirin. Malbata Hasan Karadagê HPG'î jî ji bo cenazeyê xwe bigire ber bi Trabzonê ve birê ket.
Ji 3 HPG'iyên ku di pevçûnên li bejahiya gundê Şixulê û zozanên Kira Elê û Kêyê ya li navçeya Bazida Agiriyê jiyana xwe jidest dabû cenazeyê Muhammed Mahsum Elmas (Bawer Bozova) doh li gundê wî Maşuka navçeya Hewenga Rihayê hat definkirin. Malbata Elmas piştî doh cenazeyê xwe ji morga saziya edlî tiba Trabzonê girt anî gundê Maşukê. Piştî ku li vê derê wecibeyên olî hatin pêkanîn Elmasê HPG'î bi tevlîbûna gundiyan li goristana gund defin kirin. Malbata Hasan Karadag (Savaş Urfa) yê HPG'iyê ku di heman pevçûnê de jiyana xwe jidest dabû jî ji bo cenazeyê zarokê xwe bigire çû Trabzonê.
RIHA
Cenazeyê gerîlla Reşît wê bibin Afrînê
Cenazeyê Endamê HPG'ê Lokman Reşît (Zinar Halep) ê ku di peçvûna Amasyayê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tipê ya Edlî hate girtin û ber bi Suriyeyê ve hate oxurkirin.
Cenazeyê Endamê HPG'ê Lokman Reşît (Zinar Halep) ê ku di 9'ê nîsanê de li Amasyayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ji Saziya Tipê ya Edlî hate girtin û ber bi Suriyeyê ve hate xorkirin. Bi dayîka Reşît Ayşe Muhamet Kutlu û xalê wî re Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan û rêveberên BDP'ê serê sibê ji bo cenaze bigirin hatin ber Saziya Tipê ya Edlî ya Enqere ya ku li Keçîorenê. Piştî karên fermî cenazeyê Reşît bi sloganên "Şehîd Namirin", "HPG Tolhildan" hate wergirtin û li wesayîta cenaze hate kirin. Cenazeyê Reşît ji bo bibin Suriyeyê berê dê bibin Kîlîsê û pişt re li ser Deriyê Sînor ê Oncupinarê derbasî Suriyeyê bikin. Piştî cenaze sînor derbas bû dê bibin Afrînê. Cenazeyê Reşît dê sibê li Afrînê li Goristana Şehîdan bê definkirin.
ENQERE