Merasîma xelatê di 8’ê Nîsanê roja 14. salvegera wefata lîder û nivîskarê Kurd Îbrahîm Ehmed de hat kirin. Xelata Aştiyê ya Îbrahîm Ehmed îsal ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat dayîn.
Heyeta ku di nav de Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç û hunermend Ferhat Tûnç jî hebû, di merasîma xelatê ya li Silêmanî de cih girtin. Li merasîmê gelek rewşenbîr, hunermend û siyasetmedar jî amade bûn.
Parlamenterê Bedlîsê Zenderlîoglû xelata ji bo Ocalan ji destê keça Îbrahîm Ehmed Hêroxan ku hevjîna Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî ye wergirt û got, “Îro Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bû yek parçe, Kurdistana mezin li hev civiya. Di kesayetiya Îbrahîm Ehmed de tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînim û li pêşberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim.”
Zenderlîoglû di dewama axaftina xwe de got, “Îro gelê Kurd ber bi azadî, wekhevî û aştiyê ve dimeşe. Em hêvîdarin wê di demeke kurt de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê nava me û emê bi hev re xelatê bidin wî.”
Xelat her sal ji bo bîranîna Îbrahîm Ehmed tê dayîn. Ehmed di sala 1914’an de li Silêmanî ji dayik bû û li vir perwerdeya hiqûqê wergirt. Ji wêneya Kurdî re xizmetên girîng kir. Romana wî ya bi navê “Janî Gel” ku di sala 1956’an de nivîsan û beha şerê serxwebûnê yê Cezayîr kir, berhema wî ya herî navdar e.

Ehmed ê dest bi siyasetê kir bû berpirsyarê Silêmanî yê Partiya Kurd a Demokratîk a Îranê. Partiyê di sala 1945‘an de navê xwe weke Partiya Kurd a Demokratîk guhert û Îbrahîm Ehmed bû rêveberê wê. Ehmed di sala 1953’an de bû sekreterê giştî yê partiyê û piştî sala 1975’an weke penaberê siyasî çû Îngilîstanê. Îbrahîm Ehmed di sala 2000’î de jiyana xwe ji dest da.

SILÊMANÎ