
Merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî ji bo cara 4´an bi rê ve çû. Xelata herî baş a helbestan a Nevîn Yukler ji aliyê Îlhamî Sîdar, li ser navê akademîsyenên azad Esra Munga wergirt.
4’emîn merasîma xelatdayîna Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li Şaxa Yekem a Egîtîm Sen a Amedê pêk hat. Organîzasyona merasîmê ji aliyê malbata Arjen Arî, Weşanxaneya LÎS, Weşanxaneya Çapemeniya Evrenselê hat lidarxistin. Di serî de Perwerdekar Îsmaîl Dîndar axivî û diyar kir ku gelê Tirkiyeyê û Kurdistanê ji ber zext û zilma desthilatdariyê di rewşeke awarte de ye û got: “Herî zêde gelê kurd hat hedefgirtin. Tevahî sazî hatin girtin, qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin, televîzyon û weşan hatin astengkirin. Lê divê ev yek bê zanîn, vîna gel bi têkoşînê mezintir dibe.” Piştî axaftina Îsmaîl sînevîzyona derbarê helbestên Arjîn Arî de hat nîşandan.
Di merasîmê de xwişka Arjen Arî, Nesrîn Arî axivî û anî ziman ku li beramberî her cure êrîş, ew bi hêviye ku ciwan dê xwedî li pêvajoyê û weşanê derkevin û got: “Desthilatdarên ku nikarin bi qedexeyan, me tine bikin, êrişê zimanê me dikin. Dewlet pirtûkên me kom dike û qedexe dike. Destûra çapkirinê nade. Nahêlin em bi zimanê xwe bipeyvim. Em ê bi hêviya xwe biserkevin.”
Piştî merasîmê xelata herî baş a helbestan dan Esra Munga û Nevîn Yukler.
AMED