MURAT MANG

Îro meşa dirêj a ji bo yekîtiya neteweyî ya bi pêşengiya Defend rojava dest pê dike ji Lozanê û ew ê sibe li Cenevreyê bi dawî bibe. Gelek hunermend, rewşenbîr, nûnerên partî û rêxistinên siyasî, civaka sivîl û akademîsyen jî tevlî vê meşê dibin. Akademîsyen, mamoste û dildarên zimanê Kurdî jî nihêrîna li ser zerûrîbûna yekîtiya neteweyî îfade dikin û pişta van hewldanan û diyalogeke bi giştî ya di nav aliyên Kurd de digirin. Wan îşaret bi rewşa şerê parvekirinê yê sisiyan kir û got, di vê rewşê de yekîtiya neteweyî hem zerûrî ye û hem jî mercek e ji bo ma û nemana miletê Kurd. Hevserokê Înstîtuya Kurdî li Elmanyayê Fevzî Ozmen dibêje, em ji berê xurttir in û bi yekîtiya neteweyî ev xurtî dikare veguhere manê, lê yekîtî nebe rê li gorî wî wê biçe nemanê. Ji YMK´ê Abdulkadir Ulumaskan jî dibêje, bi dagirkeriya dewleta Tirk re miletê Kurd karî helwêsta xwe bike yek û niha divê aliyên siyasî jî vê bikin. Dr. Zerdeşt Haco jî dibêje, li dijî hêzên dewlet ên terorîst bela serê Kurdan in û yekîtiyeke siyasî, eskerî û neteweyî dikare ji vê re bibe derman. Hevserokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê Fevzî Ozmen jî ji bo girîngiya yekîtiya neteweyî dibêje, “Ezmûnên dîrokî dane nîşan, heger gelek, yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neyîne, hemû hêzên xwe neke yek, nikare bibe netewe û xwe û mafên xwe li dijî êrişên hêzên herêmî û yên împeryal biparêze. Nemaze niha yekîtiya neteweyî ji bo me Kurdan merceke man û nemanê ye.“

Fevzî Ozmen îşaret bi rewşa Şerê Cihanê yê Sûyê yê li Rojhilata Navîn dike û wiha dewam dike: “Dewletên împeryal ên gerdûnî, ji bo dizayndanîna sedsalê û parvekerina qadên enerjiyê, di warên siyasî û aborî de di nav şerekî mezin de ne. Di warê leşkerî de jî şerê wekîltiyê didin meşandin. Xetereke mezin heye ku gelê Kurd û gelên herêmê yên din jî, di nav lingên van hêzên dewletên dagirker yên herêmî de bên hilciqandin.

Merc çi dibin bila bibin, em îro ji duho xurttir in. Lê li vir pêdiviyeke jiyanî bi yekîtiya me ya neteweyî û gelên herêmê heye. Divê di vî warî de her rêxistin, partî, sazî û kes berjewendiyên xwe yên şexsî nede pêş berjewendiyên neteweyî, û di vî warî de fedakar be. Heger Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî pêk neyînin, wê wek sedsala derbasbûyî dîsa ji mafên xwe yên neteweyî bêpar bîmînin.”

Milet bû yek siyaset jî divê bibe yek

Ji Yekîtiya Mamosteyên Kurd a li Ewrûpayê (YMK) mamoste Abdulqadir Ulumaskan jî ji bo yekîtiyê û nîşandana helwêsteke yekdengî van hizrên xwe îafade dike: “Di êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk ên dawîn li ser Rojavayê Kurdistanê de hemû Kurdan bi yek hest û yekdengî helwêsteke neteweyî nîşan da. Gelê Kurd bi vê helwêstê, daxwaza xwe ya Yekîtiya Neteweyî diyar kiriye û ev bi tevgera xwe nîşan daye, dide. Ji vê û pê ve, bar dikeve ser milê siyaseta Kurd. Divê siyasetên Kurdistanî vê daxwaz û helwêstê bi fermî bikin, biryara Yekîtiya Neteweyî. Belkî cara yekê ye, hemû Kurdan, li dijî vê êrişê, bi yekdilî helwêsteke neteweyî nîşan da. Ji bo Kurd karibin ji vê rewşê encamekê derînin û bigihêjin, armanca xwe, divê Yekîtiya Neteweyî bê avakirin. Ji bo Kurdan yekîtî ne divêtî, hewcedariyeke mecbûrî ye.”

Yekîtiyeke siyasî, eskerî ya zil lazim e

Dr. Zerdesht Haco dibêje, “Li gor lêkolînên zanistî yên nû gelê Kurd ji destpêka dîroka mirovayetiyê ve li ser vê xaka ku îro Kurdistan e, dijî. Di hemû qonaxên dîrokê de gelê Kurd karî ziman û çanda xwe heta roja me ya îro biparêze. Îro li aliyekî rêjîmên têrorîst yên dewletên dagirker ên hêzdar û dewletên zil, yên ku piştgîriya van têrorîstan dikin û wan li ser asta navneteweyî weke hikûmetên rewa û dadmend dipejirînin û li aliyê din gelê Kurdistanê yê hejar, û rêxistin û partiyên wî yên siyasî yên ku parçe parçe ne û nikarin di nav xwe de hêzeke siyasî ya hevgirtî peyda bikin, ya ku li Kurdistanê xwedî hêzeke leşkerî ya zil be û di wê astê de be, ku tirsa mezin bixe dilê dagirkeran û di qada navneteweyî wî de bi yek dengî biaxive.”

Haco ji bo çareseriyê jî vê pêşniyazê dike: “Avakirina hêzeke neteweyî siyasî û eskerî yekbûyî, dîyaloga bi wî alî ve, ku em xwediyê Kurdistanê û em hêzeke ji bo her aliyê ku pê li mafê me bike, tirseke mezin in.”