
Li bajarê Elmanyayê Hambûrgê û bajarên Lozan û Zurîch ên Swîsreyê, li ser komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk di meha Kanûnê de hatin kirin, panel hatin lidarxistin.
Panela li bajarê Hambûrgê ji aliyê Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî yên li Ewropayê (ATÎK) û Konfederasyona Gelan a Demokratîk li Ewrûpayê (ADHK) ve hate organîzekirin.
Parêzer Ercan Kanar, Hevseroka ATÎK’ê Zeynep Çalişak û Nûnerê ADHK’ê Dûrmûş Kurt weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Çalişkan bal kişand ser lixwekirina cil û bergên ji yek tîpî li girtîgehan, û got, ev nîşaneya êrîşeke li dijî hemû hêzên pêşverû yên li nava civakê ye.
Nûnerê ADHK’ê Kurt jî bi bîr xist ku dewletên serdest bi salan hewl dan ku bi rêya komkujî û zextê mixalefeta civakî bitepisînin.
Parêzer Ercan Kanar jî bal kişand ser komkujiyên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi destê dewleta Tirk û anî ziman, dewlet di çarçoveya hiqûqa dijminatiyê de nêzî gelê Kurd dibe.
Li dijî komkujiyan berxwedan sîleh e
Li Zurîchê, li ser komkujiyên Mereş, Roboskî û komkujiya girtîgehê ya 19’ê Kanûnê panelek hate lidarxistin. Hevberdevkê HDK-Ewrûpa Demîr Çelîk di panela li Navenda Çand û Perwerdeyê ya Zurîchê de got, bindest bi rêya berxwedaneke rêxistinbûyî dikarin li ber komkujiyan rabin û komkujî bûye kevneşopiyeke dewletê.
Piştî Çelîk, şahidên komkujiyên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê axivîn.
Li Lozanê bi beşdariya lêkolîner-nivîskar Hasan Ozan û siyasetvan Alî Orak panelek hate lidarxistin.
Alî Orak destnîşan kir ku ji dema Osmaniyan heta niha, dîroka dewleta Tirk dîroka komkujî û qirkirinê ye û îşaret bi girîngiya rêxistinbûna li dijî van komkujiyan kir.
Hasan Ozan jî got, divê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî li dijî planên qirkirin û komkujiyê yên dewletê bê xurtkirin.
HAMBURG/ZURICH