Mereşî li pişta HDP´ê ne
Di çalakiya Mereşiyan ya li bajarê Lorrach ê Elmanyayê de, ji bo destekkirina Selahattîn Demîrtaş û HDP'ê bang hate kirin.
Mereşiyên li Swîsre, Fransa û Elmanyayê, di çalakiya "Mereşî dicivin" de hatin cem hev. Gelek siyasetvan, hunermendên herêmî û nivîskar jî tevlî çalakiyê bûn. Şeva Mereşiyan bi rêzgirtinê ji bo bibîranîna şehîdên meha Gulanê û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir.
Hevserokên Hewldana Mereşê, Safiye Îşcan û Mehmet Ustek destpêkê axivîn. Qisekeran diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên qirêj dixwaze Mereşê bê Kurd, bê Elewî bihêle û îşaret bi girîngiya rêxistinbûna Mereşiyên li sirgûnê kir.
Xwe heta 12´ê Gulanê qeyd bikin
Parlamentera HDP´ê ya Sêrtê, Besîme Konca piştre axivî û got, rejîma faşîst dixwaze bi rêya komkujiyan çand, nasname, bawerî û nirxên jiyanê yên Kurd û Elewiyan ji holê rake. Konca bal kişand ser komkujiyên Mereş, Sêwas û Çorûmê û got, "Mirovên li Sûr, Cizîr û Nisêbînê bi saxî hatin şewitandin, têkoşîna ji bo azadî, jiyana bi rûmet, nirxên mirovahiyê û azadiya jinê weke mîrate hiştin."
Konca destnîşan kir ku ji bo hesab ji rejîma faşîst bê pirsîn, di 24'ê Hezîranê de divê HDP bê hilbijartin.
Parlamenterê Dîlokê yê HDP'ê Mahmût Togrûl piştre axivî û destnîşan kir ku li dijî her du tifaqan, yekane hêza alternatîf HDP ye. Togrûl got, "Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de jî divê bersiva me desteka ji bo Selahattîn Demîrtaş be."
Togrûl di dawiya axaftina xwe de ji her hilbijêrî xwest ku heta 12'ê Gulanê qeyda xwe biqedîne. ANF/LORRACH