Ev kêlî û hemû kêliyên we xweş bin xwendevanên hêja. Bi destûra we, ez dixwazim bi niyazeke Hatiyan (Hîttîyan) dest bi nivîsandina xwe ya pêşî di vê qûncikê de bikim.

“Xwedayê min! 

Bi hadinandina aqilê min, dilê min aram bike.

Bi nîşandana bêdawiya demê, leza vê telaşa min hevkêş bike. 

Di nav tevlîheviya rojê de, bêdengiya girên heta dawiyê dijîn bide min. 

Şidandina di masûlk û rayên min de, bi awazên avên ku di hişê min de dijîn bişo û bibe. 

Bibe alîkarê min ku ez hêza bandorker ya xewê bibihîzim. 

Min fêrî, hunera jiyana zewqên kêlîkî bike. 

Ji bo li kulîlkekê binêrim, min fêrî hêdîçûnê bike. 

Ji bo se yan jî pisîkekê xweşik mizbidim, min fêrî rawestandinê bike. 

Min fêrî, çûna nav xeyalan bike. Ji pirtûkeke xweşik fêrî çend rêz xwendinê û masîgirtinê bike. 

Her roj ji min re çîroka kûsî û keviroşkê bêje. 

Bêje û bîne bîra min! Da zanibim ku timî yên zûtir direvin, pêşbirkê bi serkeftinê naqedînin. Û zanibim ku di jiyanê de, gelek tiştên pir giringtir ji lezgîniyê hene. 

Alîkariya min bike ku ez ji şaxên dara mazî ya bi heybet li jorê binêrim. Ez binêrim û bibînim ku mezinbûn û bihêzbûna wê, girêdayî hêdî û bi başî mezinbûna wê ye. 

Û Xwedayê min ji hemûyan giringtir jî. 

Ji bo guhertina tiştên ez wan biguherim wêrekiyê bide min. 

Ji bo pejirandina tiştên ez nikarim wan biguherim sebrê bide min. 

Ji bo ferqa di navbera wan de zanibim hiş û zanînê bide min. Û dostên min ji koriya evînê û ji derewan biparêzin bide min. Xwedayê min…”

Ev niyaza Hatiyên (Hîtîtiyên) ku berî zayîna Îsa bi du hazar salî ji çiyayên Zagirosan çûne û li Anatoliya bûne xwediyê împeretoriya herî mezin ya serdema xwe ye. Hê wî wextî Hatiyan daxwaza sebrê û bêhnferihiyê ji xwedayê xwe kirine. Daxwaza wêrekiyê kirine ji bo tiştên ku xwestine bikin. 

Ez bawer dikim ku îro jî ji bo nivîsandinê wêrekî, sebr, hiş, zanîn û wext pêwîstin.

Pêşî bêjim! Bi destpêkirina nivîsandinê vê qûncikê, ez nizanim bê çi dê werinê pêşîya min. Her wextî nivîskar dixwazin nivîsên hêja binivîsin. Lê nivîsên ku têne nivîsandin gelek caran lawaz û reben dimînin. Bêyî ku mirov zanibê çi têkçûn an serkeftin û çi surprîz li pêşiya mirov in, mirov tiştinan dinivîse. 

Wext ku nivîskaran zanî nivîsên wan lewaz in, divê rê û rêçikên din biceribînin. Li xwendevanên xwe guhdar bikin û rexnên wan li ber çavan bigirin. 

Carna jî bi nirxandina çîrok bi tenê, nivîskar nivîseke hêja dinivîsin û pêşkêşî xwendevanên xwe dikin. 

Ez ê bi zanîna vê rastiyê û bi vê hîsê dest bi nivîskariya qûncikê bikim. Berî ez di vê qûncikê de binivîsim, min ji gelek rojname, kovar û malparan re nivîs nivîsandin. Min mijara nivîsên xwe hildibijart û dirêjî û kurtiya nivîsên xwe min biryar dida. Lê vê carê berpirsên rojnamê biryara dirêjî û kurtiya nivîsandinê didin. Mijar me bi hev re kişif kir û min ev mijar xwest. Mijara nivîsên min dê wêja, çand û huner be. Berî niha di vê derbarê de pirtûkên min yên hatine nivîsandin  û hatine çapkirin hene. Lê heke li xwe mikur werim û ya dilê xwe bêjim bi dana biryarê re tirs kete dilê min. 

Ez têgihiştim ku anarşîstî û nexwestina bi dispilîn kar kirinê di giyanê min de heye. Berê min gelek caran digot, “ez bi disîplîn kar dikim. Ez her roj bi kêmanî ewqas demhijmêran an dinivîsim an jî dixwînim.” Lê çawa ji min re gotin, “divê tu her hefte nivîsekê binivîse û divê dirêjiya wê ewqas be. Nivîsên te dive roja çarşemê an jî herî dereng roja pencşemê bigihê rojnamê.” Kelecanek hat û li ser textê dilê min rûnişt. Bi wê kelecanê ez ê binivîsim û heta ji min werê ez ê baş binivîsim da li pêşberî we xwendevanên hêja şerm nekim. Ez ê şîn û şêrîniyên çand û wêje binivîsim û pêşkêşî nirxandin û rexneyên we bikim. Carnan ez ê name û nirxandinên we di vê qûncikê de biweşînim û carna ez ê rexne û nirxandinên we li ber çavan bigirim û nivîsên xwe binivîsim.  Bi vê baweriyê heta ji min were, ez ê we bikim hevparê vê qûncikê. Ji navnîşana e-maîlê ez ê li benda rexne û nirxandinên we bim. 

Bi hêviya xwendineke xweş di vê qûncikê de û bi hêviya xewn û xeyalên xweş bimînin di xweşiyê de.