Bi fermana Erdogan, Enqereyê nehişt ku wekîlên Elman serdana eskerên xwe yên li baregeha li Konyayê bikin. Serokwezîra Elman Merkel li ser vê astengiyê got, "Nabe ku destûra serdana ji bo Konyayê bibe bazara siyasî." Di Gulanê de ji bo parlamenterên Elman karibin eskerên li balafirên AWACS ên li Konyayê wezîfedar in, ziyaret bikin, ala NATO'yê bi balafirên li vir ve hatibû kirin. Lê belê dewleta Tirk mîsyona NATO'yê ji nedîtî ve hat û serdana wekîlên Elman ku ji bo duşema bê hatiye plankirin, asteng kir.
Li ser vê yekê, siyasetmedarên Elman ji hikûmeta Merkel xwest ku mîna li Încîrlîkê eskerên Elman ên li Konyayê jî vekişîne. Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, di hevpeyvînabi kanala dewletê ya yekem ARD'ê de bersiva da pirsên li ser vê mijarê.
Merkel a ku dibêje bazar wê neyê kirin, got, ji bo Enqere destûrê bide ku serdana eskerên Elman were kirin, ew ê hevdîtinên xwe dewam bikin. Merkel krîzên navbera wan û hikûmeta Tirk de bi peyvên 'yên diqewimin nexweş in' terîf kir.
NAVENDA NÛÇEYAN