MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / STADE

Polîsê Elman doh berê sibehê li bajarê Elmanyayê Hemmorê bi ser mala Metîn Topçu de girt ku ji navçeya Rihayê Wêranşarê ye. Tîmên taybet ên polîsê Elman bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî bi ser mala Topçu de girt. Metîn Topçu ku bavê 7 zarokan e li derdora xwe weke welatparêz tê nasîn û dibêje, ji ber vê yekê ew rastî zextan hatiye. Topçu got, kes nikare wan bi zextan û neheqiyan çavtirsandî bike. Li aliyê din di dema serdegirtinê polêsê Elman weke polîsê dewleta Tirk, qaşo bi şaşî camên mala cîranê Topçu şikandin û bi ser wê malê de jî girtin.

   

Metin Topçu wiha behsa bûyerê kir; “Berê sibehê hema em hemû di xewê de tîmên qaşo li dijî terorê bi ser malê de girtin, bi keraneyan derî şikandin, çi zilma heyî anîn serê me. Ji wan we ye, mala me, çûna camên mala cîranê me yê Elman şikandine, ketine mala wî. Piştre fêm dikin ne mala me ye, vê carê bi keraneyan deriyê me şikandin, ketin hundirûyê me. Berê sîlehên menzîldirêj dan zarokên min û hevjîna min. Zarok deverû dirêj kirin û destê wan kelepçe kirin. Ez li jor radiketim; dema daketim jêr min dît du polîsan berê sîlehên xwe dane hevjîna min; ez şok bûm.”

Zaroka 13 ji pişt ve kelepçe kirin

   

Di dewamê de Topçu got, “Dema min li sedema serdegirtinê pirsî, gotin, mala te navenda rêxistina ciwanan a PKK´ê ye. Dema ku min pirsî, ka li ku ne ew ciwanên PKK´yî; bersiveke bidin nebû. Kurê min ê 13 salî jî deverû li erdê dirêj kirin û ji pişt ve destên wî kelepçe kirin.

Mala min ser û binî hev kirin. Dest danîn ser teqwîma li malê. Piştre jî ez birim kargeha min û li wir dest danîn ser qutiya alîkariya Heyva Sora Kurdistanê.

Ez wisa difikirim ji ber ku li derdorê em weke malbateke welatparêz tên nasîn vê zextê li me dikin.”

NCDK li pişt malbatê ye

Derbarê serdegirtinê de em bi Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stade, Îdrîs Savci re peyivîn. Wî jî got, çawa ew ji bûyerê haydar bûne, çûne cem malbatê û ew vê serdegirtinê bi ti awayî qebûl nakin. Îdrîs Savci got, “Gelo dewleta Elman a ku xwedî îdîa ye ku bi demokrasiyê tê birêvebirin, paralelî polîsê Tirk dixebite?” û îşaret bi wê yekê kir ku serdegirtin beriya hilbijartinan pêk hatiye û ev ne tesaduf e. Savci da zanîn ku Metîn Topçu û maliyên wî endamên navenda wan in û got, “Weke NCDK, em ê timî li cem malpata Topçu bin û dev ji bûyerê bernedin.”

Aliyekî din ê nakok ê vê serdegirtinê ew e ku biryara dadgehê ya ji bo lêgerînê, parvekirinên li ser medya civakî bûn, lê polîs bi xwe hinceteke din îfade kir.